Bi tanga artêşa Tirk êrîşî Serêkaniyê dikin

Bi tanga artêşa Tirk êrîşî Serêkaniyê dikin

li Serêkaniyê çavkaniyên ji YPG'ê ragihandin ku, komên çete bi tangekê ku ji ali Artêşa Tirk ve tê bikaranîn, ku vê sibê ji deriyê Sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve derbazî Serêkaniyê bûn êrîşî Serêkaniyê dikin. Her wiha Ji aliyê leşkerên Tirk ku di mewziyên parastina sînorê di navbera Rojavayê û Başûrê Kurdistanê de ne êrîşî welatiyên li Serêkaniyê dikin.

Pevçûn îro li navenda bazarê , navenda ava vexwarinê û li derdora bazara mêwa pir giran didomin her wiha nexweşxaneya Serêkaniyê ji aliyê şervanên YPG'ê hatiye dorpêçkirin.

Li Serêkaniyê şer di navbera Yekîneyê Parastina Gel (YPG) û komên çete didome, çavkaniyêke ji YPG' ji ANF'ê re ragihand ku, tangek ji aliyê deriyê sînor derbasî bajarê Serêkaniyê kirin û ji aliyê leşkerên Tirk ve êrîşî ser bajêr dikin. Her wiha leşkerên artêşa Tirk ku di mewziyên parastina sînor de bi cih dibin bi gulan êrîş dikin.

Komên çete hewildan ku termên kuştiyên xwe ji mala ku xwestin dest danin ser lê ji ber berxwedana YPG'ê neçar man ku şûnde vekişin, piştî ku gelek kuştiyên wan çêbûn, hewildan ku kuştiyên xwe ji mala ku vedigere ji malbata Zaza re derbixin lê ji ber berxwedana şervanên YPG'ê nikarîbûn cenazeyên xwe rakin.

ji aliyekî din çavkaniyên herêmî ragihandin ku, kesê bi navê Mistefa Şiwêhî û Emar Xerzan cilên jina li komên çete dike û wan derbazî bajêr dike.