‘Bi rengê HDP’ê wê karker, jin û civak bigihin çareseriyê’

Endama Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê Zaxo Zagros li ser danezana HDP’ê diyar kir ji bo nûnertiya, jin, ciwan û karkeran modeleke herî guncaw e.

Endama Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê Zaxo Zagros li ser danezana HDP’ê  diyar kir ji bo nûnertiya, jin, ciwan û karkeran modeleke herî guncaw e û got “Divê ku hemû gel dengê xwe bidin xwe û nehelin ku partiyên desthilatdar li ser wan desthilatdariya xwe bimeşînin.”

Endama Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê Zaxo Zagros têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, danezana HDP’ê, rola jinan û hewldanên provokatîf ên AKP’ê ji ANF’e re axivî.

Zagros li ser danezana HDP diyar kir ku ev danezan, danezana projeya demokratîkirin û azadiya hemû beşên civakên Tirkiye û Kurdistanê nê ne û wiha dewam kir: “Ev proje bi hişmendiya demokratîk ve ji her aliyê jiyanê ve çareserî pêş dixe û wiha axivî “Bêguman di dîroka komara Tirkiyê de cara yekem e di kesayeta HDP’ê de ev pêş dikeve. Ji bo Tevgera Jin û hemû beşên civakê pêşketineke pir girîng e. Wê jin êdî bi reng û vîna xwe tevî sîyasetê be û wê neçarê siyaseta zilam nebe. Ev jî bingehe hevpeymaneke azad ava dike. Ev ne bi tenê bi jinên Kurd wê pêş bikeve di heman demê de bi hemû jinên Tirkiyeyê re ava dibe. Ji gelek nasnameyên cuda cuda pêk tê.”

JIN BI AQILÊ HEVBEŞ SÎNORAN RADIKIN

Zagros, destnîşan kir ku cara yekem e jin di siyaseta Tirkiyê de daxwazên xwe bi reng û vîna xwe tînin ziman û bi aqilê hevbeş projeya xwe û pêşeroja xwe ava dikin. Zagros, bal kişand ser danezana HDP’ê û got “Di danezana HDP’ê de avakirina wezarate jin, pergala hevserokatiyê û ji sedî pêncî cihgirtina jin, gavên radîkal û yekemîn in. Ji bo pirsgirêkên jin û civakê pergala baviksalarî ji gelek aliyan ve meşrûiyeta xwe winda kiriye û ji aliyê jinan ve êdî nayê pejirandin. Dema tê gotin siyaseta zilam; durûtî, dizî, derew tê bîra mirov. Ji ber ku pergala desthiltdarî û hişmendiya baviksalarî bi rengek çewt li dijî mafê mirov û hemû siyaseta xwe li ser civak û jin dimeşîne. Lê di eslê xwe de siyaset ne li derveyî civakê ye, jiyana civakê organîze dike û plan dike. Siyaset divê ku ku ji bo berjewendiyên civak û jin bê meşandin. Ev jî encax dikare bi destên jin bê meşandin. jixwe HDP dibêje, em partiya jinin. Ev tespît ji aliyê naverok û cewher ve rast e.”

 Zagros bal kişand ser tevlîbûna siiyasetê ya HDP’ê û got, HDP di sîyaseta xwe de rengê jin temsîl dike û dibe alternatîfek nû. “Ev hemû gav û vekirinên nû dikevin bin xizmeta jinê. Ev danezan bingeha jiyaneke nû ava dike. Divê ku têkiliya jin û hiqûq, jin û siyaset, jin û aborî bi rengekî rast bê avakirin. Jin divê ku jiyaneke çawa ava bike di vê danezanê de soz û peymana wê cih digire.”

 ‘BINGEHA EDALETA CIVAKÊ BINGEHA EDALETA JIN E’

 Zagros got ku ger di civakê de jin evqas perîşan û reben bin û ji hemû mafê  azadî û wekhevî mehrûm bin, wê civak jî nikaribe bêje ez civakeke demokrat û azad im. Zagros li ser mijara edaleta jin û civakê wiha dirêjî da axavtina xwe: “Bingeha edaleta civakê bingeha edaleta jin e. Her gavên ku bên avêtin divê li ser wekhevî û edaleta her du zayenda bên avêtin. Ev pîvana demokrasi, azadî û pîvanên jiyaneke esasî ne. Demokrasiya ku navenda wê ne jin be, nikare çareserî ji pirsgirêkên jin û civakê re bîne.”

JIN RÛYÊ SIYASETA ZILAM DIGUHERÎNIN

 Zagros, asta ku jin di siyasetê de xwe gihandiyê û nûnertiya jin nirxand wiha û got. “Gavên ku berê ji bo jin wek xeyal bûn niha pêk tên; pergala hevserokatî, kotaya ji sedî pêncî hemû niha pêk tên. Ev bi pêşengtiya HDP û bi pêşengtiya tevgera Azadiya Jina Kurd pek tê. Em di vî baweriyê de ne ku hemû jin wê li derdora vê danezanê kom bibin û wê siyaseta demokratik û jiyana azad bike.”

Zagros hevpeymana ku HDP’ê bi rêya danezana xwe re bi civakê re çêkiriye nirxand û got;

“Ev hevpeyman ji bo jiyanî be, divê hemû jin lê xwedî derkevin û pratîze bikin. Ev jî erken hemû jinên ku daxwaziya jiyaneke azad dikin de ye.” Zagros di berdewamiya axavtina xwe de got; jin pirsgirêkên dijîn divê ku wek çarenûsa xwe nebinin û bixin mijara têkoşînê.

BI RENGÊ JINÊ EM Ê BI SER KEVIN

Zagros got ku ger jin dixwaze bi serkeve, divê  siyaseta zilam derbas bike û rengê xwe derxe pêş. Zagros bibîr anî ku di dîroka Tirkiyê de cara yekeme bernamzetiya jin ji aliyê partiyên din ve jî evqas ket rojevê û wiha axivî: “Divê  hemû jin bi xebateke seferberiyê dengê xwe bikin yek û di pergala nû de xwe îfade bikin.

 SIYASETA PÎR JI NÛ VE TÊ CIWANKIRIN

Cihgirtina di danezana HDP’ê de ya jinên ciwan Zagros, wek mijareke girîng nirxand û wiha domand: “Ji ber ku HDP dixwaze siyasetê bixe malê jinên ciwan. Ger ciwan di şer, fabrîkayan de ewqas keda wan tê windakirin, mafê wan heye der barê xwe de xwedî nêrîn û biryar bin. Fikren siyaseta baviksalarî kal bûye, di siyasetê de nûbûn û nêrîneke demokrat pêwîst e. Siyaseta jenotokrasî îflas kiriye, pêwîstî bi siyasetek ciwan heye. Çawa ku dibêjin, divê em xwe ji hişmendiya zilam rizgar bikin, divê em xwe ji siyaseta temenê xwe derbas kiriye jî, xwe rizgar bikin. Ji her aliyan ve ciwantî, di pergalê di siyasetê de û gelek aliyan HDP yekdestiya siyaseta zilam, ya temen û ya gelek aliyan ku dijberiyê û bê edaletê bi xwe re tîne ji holê radike.”

MASKEYA AKP KET!

Zagros anî ziman ku pêvajoya çareseriyê bi deklerasyona ku ji aliyê heyeta HDP û dewletê ve hat aşkerakirin ji raya giştî re hat gotin û wiha axivî: “Lê AKP bi astengkirina hevdîtînan û bi neçûyina heyete ya Îmraliyê carek din hat aşkera bû ku AKP çareserî naxwaze. Komîsyona şopandinê diviyabû bihata avakirin, lê nehat avakirin nêzîkatiyên ku hene ne erênî ne. Erdogan ji bo dîktatoriya xwe bimeşîne û sîstema serokatiye pêk bîne heta dawî hemû berjewendiye gelan dikare bixe qurban. Hêrsa xwe ya îktîdarê li ser xwîna mirovan dide rûniştandin. HDP ji sedî sed bendê derbas dike. Serketina HDP AKP, dide tirsandin. AKP’ê  komîsyona şopandinê ava nekir, hevdîtîn asteng kir, tirsa AKP ya ji HDP’ê ku bendav derbas bike heye.”

‘EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI PROVAKASYONAN BIGIRIN’

Zaxo Zagros bal kişand ser tevgera leşkerî ya Artêşa Tirk û AKP’ê û wiha axivî: “Li her derê tevgerên leşkerî zêde dibin, ev hemû bingeha xwe ji siyaseta AKP’ê digire. AKP jî dixwaze hemû destketiyên Kurdan bixe qurban ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê. Ji bo em pêşî li provokasyonan bigirin, çi ji destê me be em ê bikin. Pêşeroja Tirkiye ewqas xistina xeteriyê, ne karê mirovên bi aqil e. AKP êdî mîlada xwe derbas kiriye. Erdogan û AKP bi van siyasetan dawiya xwe tîne. Anket jî dibejin ku her roj dengê AKP’ê dikevin. AKP ji her aliyan ve di nav êrîşê de ye û wê winda bike. Ew agirê ku AKP dixwaze pê Tirkiyeyê bişewitîne wê beriya her kesî ew têde bişewite. Em wek tevger heta dawî ji bo serketina pevajoyê çi ji destê me were em ê bikin. Ji ber ku vê pêvajoyê ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin û kedeke pir mezin da.”

AKP DIBE SEDEMA KOMKUJIYA KARKERAN

Zagros, diyar kir ku bi polîtîkayên AKP komkujiyeke mezin li ser karkeran tê meşandin û wiha dewam kir:  “Kedkar û karker ji aliyê AKP’ê ve wek însan nayên dîtin. Heqaret û bê mafiyeke mezin li hemberî karkeran tê meşandin. Karker wek kole tên destgirtin. Çawa ku koleyek ti mafê wî nîne û her tişte wê bi patron ve girêdayî ye, karker jî wiha tê destgirtin. Ev jî bû sedemê mirin û fetisandina karkeran. Soma li ber çavan e. Bernameya HDP’ê ji aliyê mafê karkeran ve xwedî projeyê mezîn in. Divê ku karker dengê xwe bidin xwe. HDP, tevgera karkeran e, jin jî di heman demê de karkerin. Ji bo mafê karkeran neye dizîn, divê ku karker li derûdora HDP kom bibin.”