Bi minasebeta salvegera komkujiya Roboskiyê di serî de gelê Botanê li çar aliyên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes şevê din hatin navenda Şirnexê û serê sibê ber bi Roboskiyê ve bi rê ketin.
Bi minasebeta salvegera komkujiya 28'ê Kanuna 2011'an ku 19 jê zarok 34 Kurdên sivîl li gundê Roboskiyê ya Qilabanê ya Şirnexê bi balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin bi hezaran kes ber bi gundê Roboskiyê ve diherikin.
Di serî de herêma Botanê, bajarên Bakûrê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê bi hezaran kes şevê din li naveda Şirnexê şeva xwe derbas kirin. Bi hezaran kes serê sibê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê kom bûn û dirûşimên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qêriyan.
Girse bi wesayîtên taybet û otobusan ber bi Roboskiyê ve bi rê ketin. Hevserokên Giştîyên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û wekîlên BDP'ê jî ber bi Roboskiyê ve bi rê ketin. Ber bi Roboskiyê ve bi hezaran kes diherike.