Bi hezaran kes li ber şehîdgeha ku leşkeran xera kir kom bûn
Leşkerên ku du rojan li Gimgimê "Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl" bombebaran kirin paşve vekişiyan. Ji bo şehîdgeha ku bi hezaran kes herikîn dê du rojan nobet bê girtin.
Leşkerên ku du rojan li Gimgimê "Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl" bombebaran kirin paşve vekişiyan. Ji bo şehîdgeha ku bi hezaran kes herikîn dê du rojan nobet bê girtin.
Leşkerên ku du rojan li Gimgimê "Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl" bombebaran kirin paşve vekişiyan. Ji bo şehîdgeha ku bi hezaran kes herikîn dê du rojan nobet bê girtin. Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim ê çû şehîdgehê nirxandina "Mizgeft, cemxane û mala şînê ya ku li goristanê hatiye çêkirin û ji bo duayê destên xwe li xwedê vedikin ji bo bê xirakirin û îmhakirin û bi vî rengî hestên hesas ên gel û sebra gel tê ceribandin, armanca êrîşê ev e" kir.
Li gundê Kulanê ya navçeya Gimgima Mûşê piştî ku bi balafirên şer ve "Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl" hate bombebarankirin leşker paşve vekişiyan. Piştî ku leşker ji herêmê vekişiyan di anv de parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim, Lezgîn Botan, Bedran Ozturk û Mizgîn Irgat jî hene bi hezaran kes herikîn şehîdgeha ku hate bombebarankirin. Li qada şehîdgehê mizgeft, cemxane û mala şînê bi tevahî ji aliyê leşkeran ve hatiye xirakirin û kevirên goristanan jî hatine şikestin û gor hatine texrîbkirin. Qada şehîdgehê tevahî hatiye xirakirin û li qadê 3 wesayîtên sivîl jî ji ber bombebaranê bi tevahî hatiye xirakirin. Li qadê dîmenên tu tê dîtin xirakirine mezin derdixe holê. Welatiyên hatin herêmê li dijî vê yekê nerazîbûneke tund nîşan dan.
Piştî lêkolîna li qada goristanê bi hezaran kesan ve daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim axivî û wiha got: "Ev du mehên dawî ne li ser gelê kurd terora dewletê gihiştiye kîjan astê nîşan dide. Li her navçe û bajarê Kurdistanê qedexeyên derketina derve, îlankirina herêmên leşkerî nîşaneya qatlîamên ku tên xwestin bikin e. Di vê pêvajoyê de jin, ciwan, kal û pîr hemû kes tên kuştin, qatlîamên bi vî rengî tên kirin. Şerekî qirêj tê meşandin. Asta ku ev şerê qirêj gihiştiye qasî ku êrîşî nirxên vî gelî bikin çavsorî bûne. Ev yek nifrîna li hemberî gel nîşan dide."
Yildirim axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mizgeft, cemxane û mala şînê ya ku li goristanê hatiye çêkirin û ji bo duayê destên xwe li xwedê vedikin ji bo bê xirakirin û îmhakirin û bi vî rengî hestên hesas ên gel û sebra gel tê ceribandin, armanca êrîşê ev e. Niha em li ceheke ku qada leşkeri hatiye îlankirin in. Giştînameyeke ku nerewa hatiye derxistin û ev erk jî tenê ji bo walî bi kar bîne hatiye girtin. Di wijdana gelan de tu cihê vê yekê tuneye."
Piştî daxuyaniyê hate gotin ku dê ji bo parastina şehîdgehê dê 2 rojan nobet bê girtin.