Bi hezaran kes ji bo defin kirina şervanên YPG’ê kom dibin

Bi hezaran kes ji bo defin kirina şervanên YPG’ê kom dibin

Li Qamişlo bi hezaran Kurd ji bo defin kirina 3 şervanên YPG’ê berê xwe didin mizgefta Qaşimo ya li Qamişloyê.

Li Qamişll bi sedan kes tevî xizmên şevanên YPG'ê Fermandar Lewend Qamişlo, Lezgîn Elî û Mihemed Ilêwî ku di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, cara dawî diçin temaşeyî cenazeyan dikin.

Her wiha ji bo definkirina 3 şervanên YPG’ê bi hezaran Kurdistanêi berê xwe didin mizgefta Qaşimo. Cenazeyên şervanên YPG’ê dê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bispêrin axê. Her wiha li bajarê Dirbêsiyê ku hezaran kes berê xwe didin çeneqa tenduristiyê da ku şervanên YPG'ê Ebdlrehman Silêman û Elî Şêx Dawid ku di pevçûnên li Serêkaniyê jiyana xwe ji destdabûn li goristana Şehîd Rûstem Cûdî li gundê Berkevirê bi merasîmeke girseyî were defin kirin.

Beriya niha şervanê YPG'ê Ferhad Qewas bi merasîmekê li goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya Gundê Berkevirê sipartin axê. Şervanên YPG'ê ku di pevçûnên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan derketa 6’an.