Bi hezaran kes diçin sersaxiya mala Fîdanê

Bi hezaran kes diçin sersaxiya mala Fîdanê

Mala sersaxiyê ya ji bo Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan ku li Parîsê hat qetilkirin û ji aliyê zêdeyî 10 hezaran ve hat definkirin bi hezaran kesî ziyaret kir.

Ji bo Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan ku li gel Sazûmankara PKK'ê Sakîne Cansiz û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di 09'ê Çileyê de li Parîsê hat qetilkirin, roja borî mala sersaxiyê hat vedan. Mala sersaxiyê ku 3 rojin li Gundê Hançiplaka Elbîstanê hatiye vedan ji aliyê hezaran kesan ve tê ziyaretkirin.

Li salona mala sersaxiyê Posterê siyasetmedar û dîplomata Kurd Fîdan Dogan, ji Sazûmankara Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez bi rengê kesk, sor û zer hatiye daliqandin û li ser her masayê 3 find hatine pêxistin. Di sersaxiya ji bo Fîdan Dogan de îro endamê meclîsa BDP'ê Salih Baykal, Endam û rêveberên BDP'a Elbîstan û Barişê jî di nav de bi hezaran kesan ziyaret kir.

Di merasima cenzayê Fîdan Dogan de zêdeyî 10 hezar kes amade bibûn.