Cenazeyê yek ji fermandarên YPG’ê Serhed Qamişlo ku duh di pevçûna li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesan ve ji Mizgefta Qamişlo hate wergirtin û li ser milan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve bi rê kirin.
Cenazeyê yek ji fermandarên YPG’ê Serhed Qamişlo ku duh (21.01.2013) di pevçûna bi komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr re de birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, şevêdin anîn Mizgefta Qasimo. Li vir endamên YPG’ê heta serê sibehê nobed girt.
Di saetên serê sibehê de jî bi hezarar welatî ji bo merasîma cenaze herikîn pêşiya Mizgefta Qasimo. Li ber mizgeftê alên Desteya Bilind a Kurd, TEV-DEM, PYD, YPG, Herêma Kurdistanê hatin vekirin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serhed Qamişlo, Lewend Qamişlo ku ew jî yek ji fermandarên YPG’ê bû û dîsa li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû hatin vekirin. Di merasîmê de endamên YPG’ê bandên ku li ser “Serhed” nivîsandibû li serê xwe girêdabûn.
Di nava girseya ku hejmara wan bi hezaran bû de zêdebûna jin û ciwanan bal kişand. Rêveberên TEV-DEM, Meclîsa Gel a Qamişlo, PYD, Desteya Bilind, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û saziyên sivîl jî tevlî merasîmê bûn. Dema muameleyên olî yên cenaze dihatin kirin, ji dengê Serhed Qamişlo strana “gerîla me ez gerîla me” hate guhdarkirin.
Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Serhed Qamişlo, ji Mizgefta Qasimo hate derxistin û li ser milan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselun ve bi rê kirin. Cenazeyê Serhed Qamişlo wê li ser milan di ser Cade Amudê, Cadeya Reîs û nava sukêre bê derbaskirin û piştî meşek ku dê 7 kîlometreyan dom bike, wê bibin goristanê.
Meşa ku bi hezaran kes beşdar dibin û sloganên, “Şehîd namirin”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey şehîd” tên qêrîn, didome…