Bi hezaran kes beşdarî Newroza Qerqeliyê bûn
Li Wanê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Bi hezaran kesên li kolana Stasyonê ya Qerqeliyê civiyan, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Li Wanê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Bi hezaran kesên li kolana Stasyonê ya Qerqeliyê civiyan, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Li Wanê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Bi hezaran kesên li kolana Stasyonê ya Qerqeliyê civiyan, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
Gel bi kincê xwe yê gelêrî reng da pîrozbahiya Newrozê. Di pîrozbahiya ku hejmara jinan zêdetir bû, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, rêveberên DBP-HDP ên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Qerqeliyê Şerafettîn Ozalp, Handan Bagci, Hevşaredarên Seravê Zîlan Aldatmaz, Abdulkadîr Çalişkan û bi hezaran şêniyên navçeyê amade bûn. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, gerîlayên HPG, YPJ û YPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, alên PKK'ê û pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e" û "Em bi agirê Newrozê re ber bi rojê ve dimeşin" hatin daliqandin. Di pîrozbahiyan de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Pîrozbahiyê li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Hevserokên DBP'ê yên Qerqeliyê Asli Kaymaz, Yakûp Almaç, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Recep Ceylanci Hevşaredarê Qerqeliyê Şerafettîn Ozalp di axaftinên xwe yên li pîrozbahiyê de bal kişandin ser berxwedana li Kobanê û Şengalê û girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê destnîşan kirin.
Herî dawî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Veysî Dîlekçî peyivî û gotinên Erdogan ên îdîa dikir ku pirsgirêka Kurd nîne û Kurd li vî welatî dkare bibe Serokkomar, Wezîr û Serokwezîr, bi vî rengî nirxand: "Pirsgirêka mezin hûn in, feraseta we ya yekperest e. Ji ber vê yekê gelê Kurd li hemberî we li ber xwe dide. Li vê xakê Dehaqên zalim qet neqediyan. Ew Dehaq îro li Şengalê, li Kobanê, li her devera Kurdistanê êrîş dikin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd jî bi berxwedana xwe re ji tevahiya Rojhilata Navîn re hêviyek afirand. Ji ber vê yekê tirsiyane û êrîş dikin. Ji ber ku nikarin xwe li gelê Kurd rabigirin. Li pêşiya me pîrozbahiyeke gelekî girîng heye, wezîfeyên girîng dikevin ser milê me. Em weke partî tevlî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dibin. Sûltanê qesrê yê ji derbasbûna Kurdan ji bendê ditirse, berê xwe daye dengên neteweperestan. Em ê vê hesabê pûç bikin. Em ê di 7'ê Hezîranê de bendê hilweşînin."
Li dû axaftinan agirê Newrozê hat dadan û Dîlekçî li gel hemû hevserokan bi gel re govend gerand. Pîrozbahî bi stranên koma muzîkê ya NÇM'ê, Koroya Xwendekarên Mala Desteka ji bo Perwerdeyê ya Şaredariya Qerqeliyê bi dawî bû.