Bi hezaran di Nimêja Îna Sivîl de ref girêdan

Bi hezaran di Nimêja Îna Sivîl de ref girêdan

Çalakiyên Nimeja Înê ya Sivîl li gel barana zêde wekî her hefteyê dîba bi tevlîbûna hezaran welatî pêk hat. Li gel berf, baran û hewaya zêde bi gelek bajar û navçeyan bi hezaran welatî gihiştin hev û di Nimêja Sivîl a Înê de ref girêdan. Welatiyên tev li nimêjê bûn xwestin ku her kes ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê di nava hewldanê de bin. Hefteya bê dê ji bo komkujiya Roboskiyê li gelek bajar û navçeyan mewlûd bê dayîn.

Çalakiyên Nimêja Înê ya sivîl, li gel berf, baran û sermaya zêde pêk hat. Bi hezaran welatî li konên BDP'ê, malên gel, malên sersaxiyê û avahiyên BDP'ê li hev kom bûn û di nimêja înê ya sivîl de rev girêdan.

Li Amedê girse di Sûka Selhedînê Eyyubî ya Deriyê Çiyê, li Farqînê li mala Sersaxiyê, li Rihayê li avahiya BDP'ê, li Sêrtê li qatê jor ê avahiya BDP'ê, li Êlihê, li baxçeyê Çayê yê Şaredariyê, li Bîsmîlê li Kompleksa Sporê ya Şaredriyê, li Sîlopiyê li ber qada vala ya teniştina avahiya BDP'ê, li Cizîrê li mala Sersaxiyê ya taxa Cudî, li Qoserê li Mala Şeyh Davut Yalçinkaya, li Nisêbînê li Navenda Çanda Mîtannî, li Misircê li avahiya BDP'ê, li Wanê li Otoparka Şaredariyê, li Colemêrgê, li avahiya BDP'ê li Melezgîrtê li avahiya BDP'ê li navçeya Turtutlu ya Manisayê li avahiya BDPê ref girêdan.

Bi hezaran welatiyên ku xalî u berik raxistin û ref girêdan, bi kurdî weaz dan û dua kirin. Dîsa xwestin ku êdî hesap ji komkujiya roboskiyê bê pirsîn û rayedar komkujiyê ronî bikin.

LI NAVÇEYA NISÊBÎNÊ MEŞ

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî piştî Nimêja Înê ya Sivîl, girseya ku li baxçeyê Navenda Çandê ya Mitannî kom bûn, heta Qada Şirinê meş pêk anî. di meşê de endam û rêveberên BDP'ê MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din jî amade bûn.

Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan na be", "Ocalan" û "PKK" qêriyan. Girseyê piştî meşê rêz girt û axaftin kirin. Wekîlê Serokê BDP'ê yê Nisêbînê Celal Ata, girtinên li hemberî gelê kurd şermezar kir.