Bi hezaran desteserkirina cenazeyên gerîlayan şermezar kir

Bi hezaran desteserkirina cenazeyên gerîlayan şermezar kir

Li navçeya Elkê ya Şirnexê pişti malbatan çûn çiyayê Kato cenazeyên zarokên xwe yên 7 gerîlayên HPG'ê ji çiyayê Katoyê daxistin û anîn Elkê, Fermandariya Alaya Cendirmeyan cenazeyên gerîlayan desteser kir. Piştî desteserkirina cenazeyan bi hezaran kesan meş pêk anîn û helweta leşkeran şermezar kir. Girseya çalakî pêk anî rastî mudaxaleya leşker û polîsan hat. Pevçûn li taxan didome.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê pişti malbatan çûn çiyayê Kato cenazeyên zarokên xwe yên 7 gerîlayên HPG'ê ji çiyayê Katoyê daxistin û anîn Elkê, Fermandariya Alaya Cendirmeyan cenazeyên gerîlayan desteker kir.

Piştî Fermandariya Cendirmeyan cenazeyên gerîlayan desteser kir, girsê daxuyanî da û helwesta leşkeriyê şermezar kir. Koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Elkê kom bû, li vir daxuyanî da. Polîsan mudaxaleyî girseyê kir çekên rastîn bik ar anîn. Girseyê jî bi keviran bersîv da polîsan û pevçûn rû da.

Bi hezaran kesên ku xwestin biçin komê pêşwazî bikin û cenazewan wergirin rastî benda Fermandariya Cendirmeyan a Polîsan hat. Girseya ku rastî barîkata polîsan hat çalakiya rûniştinê dest pê kir. Bi hezaran kesên xwestin benda ku ji aliyê sedan polîs û leşkeran ve hate avakirin derbas bikin rastî kontrola nasnameyan hatin. Welatiyan bertek nîşanî leşker û polîsan dan û diyar kirin ku dê nasnameyên xwe nîşan nedin û rageşî derket.

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, bi walî û leşkeran re hevdîtin pêk anî û diyar kirin ku dê cenaze teslîmî dozger bê kirin û pişt re destûr bidin ku welatî derbas bibin. Piştî welatiyan cenaze teslîmî dozger kirin derbasî nava navçeya Elkê bûn. Girseyê pişt re dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "HPG Tolhildan" berz kirin û dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên uk di navde parlementer, rêveber û şaredarên BDP'ê jî hebûn heta navenda Elkê dest bi meşê kirin.

Bi hezaran welatî piştî li ber avahiya BDP'ê ya Elkê kom bûn li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya ku Parlementer Adîl Kurd dest bi aaftinê bike polîsên ku tedbîrên mezin girtibûn bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û guleyên rastîn bikar anîn. Girseya ku bi keviran bersîv da polîsan. Di bûyerêde 3 kes bi bombeyên gazê birîndar bûn. Çalakî li nava hemû kolan û taxan belav bû û ciwanan li ser gelek kolanan barîkat danîn. Li navçeyê polîsan xwe da ber avahiyên saziyên dewletê û pevçûn didome.