Li Qamişlo bi deh hezaran kes cenazeyên fermandarê YPG'ê Lewend Qamişlo û şervanên YPG'ê Lezgîn Elî û Mihemed Ýlêwî ber bi goristanê ve ji bo koça dawî bi rêketin.
Li Qamişlo bi dehzaran Kurdistaniyên ku li ber mizgefta Qasimo kombibûn, cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi kerwanekî ber bi goristanê ve bi rêketin. Karwanê Kurdistaniyan ku cenazeyên Fermandarê YPG'ê Lewend Qamişlo û şervanên YPG'ê Lezgîn Elî û Mihemed Ilêwî li ser milan rakiribûn ji taxên Kornîş, Wista û navenda bajêr û ji wir jî ber bi Qidûrbek bi rê ketin.
Ji taxa Qidûrbek cenazeyê Fermandarê YPG'ê Lewend Qamişlo û şervanê YPG'ê Lezgîn Elî li ser milan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxa ve hate rêkirin û cenazeyên şervanê YPG'ê Mihemed Ilêwî jî şandin bajarê Tirbesipiyê da ku li wir bê defin kirin. Çav lê ye ku cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Ilêwî ji aliyê hezaran Kurdistaniyan ve bê defin kirin. Cenazeyê Mihmed Ilêwî dê li gundê Abrê ya nêzî Girkê Legê yê lê ji dayîk bûye were defin kirin.
Li bajarê Qamişlo hemû dikandara kikanên xwe girtibûn. Bi hezaran kesî li kolanan bi gulan û duruşmeyan pêşwaziya kerwanên Kurdistaniyan kir û dayîkan jî bi tilîliyan pêşwaziya karwan kir.