Cenazeyên 60 kurdên ku li nêzî Navçeya Menderes a bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê li qeraxa deryaya Egeyê di encama binavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê deh hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên 63 paneberên ku li nêzî Navçeya Menderes a bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê li qeraxa deryaya Egeyê di encama binavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Rojavayê Kurdistanê. Cenazeyên ku duh li Morga Goristana Yenîbuca ya Îzmîrê li TIR'ê hatibûn siwarkirin û hatibûn birêkirin îro di saetên nîvro de ji Deriyê Sînor ê Tilebyatê derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Ji cenazeyên welatiyên kurd ku li vir ji aliyê sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin, cenazeyên 5 kesan ber bi bajarê Efrînê ve hatin birêkirin. Cenazeyên 55 kesan jî bi beşdariya dehan wesayîtan ber bi bajarê Serêkaniyê ve hatin birêkirin. Piştî ku karwan gihîşt vir, 12 cenaze birin bajarê Hesekê, 3 cenaze birin Dirbêsiyê, 39 cenaze bibin bajarê Amudê û yek jî birin Qamişlo.
3 CENAZE LI DIRBÊSIYÊ SPARTIN AXÊ
Karwana ku cenaze dianîn, di ser Serêkaniyê re derbasî Dirbêsiyê bû. Li cenazeyên 3 welatiyên ji Dirbêsiyê ji aliyê hezaran kesan ve hatin wergirtin. 39 cenaze jî ber bi Amûdê ve hatin birêkirin. Piştî ku karwan hate birêkirin, cenazeyên 3 kesan li Goristina Dirbêsiyê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin .
39 CENAZE ÇÛN AMUDÊ
Cenazeyên 39 welatiyên ji bajarê Amudê saet di 19.00'dan de bi karwanek ku ji 10'an wesayîtan pêk tê, anîn bajêr. Karwana cenazeyan li daketina bajêr, li ser riya Dirbêsiyê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi dirûşma "şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Li tevahiya bajêr li avahiyên saziyan û li kolanan potên reş hatibûn daliqandin.
JINAN REŞ GIRÊDA
Ji ber merasîma cenazeyan bi taybetî jin û piraniya welatiyan cilên reş li xwe kiribûn. Di rêzên pêşiyê meşa merasîmê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin hilgirtin.
MEŞ SAET Û NÎVAN DOM KIR
Piştî karwan gihîşt bajêr, cenaze bi meşekê birin Goristana Şehîdan. Di meşa ku nêzî saet û nîvan dom kir de, Berdevkê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman, Endamê Desteya Bilind a Kurd Evdilselam Ehmed, Serokê Meclîsa Gel a Amudê Evdilbaqî, rêberên Saziya Malbatên Şehîdan jî cihê xwe girt. Di meşa ku peyama yekîtiyê hate dayîn de alên TEV-DEM, PKK û PYD'ê jî hatin vekirin. Di meşê de gelek kesan nekarîn rondikên çavên xwe bigirin.
Piştî meşê nimêja cenazeyan hate kirin. Di vê navberê de hinek xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser darbestan lorandin. Hinek kes jî, dema darbest ditîn ji xwe çûn.
'EMÊ JI AGIR Û AVÊ JIYANEK BI RÛMET BI AFIRÎNIN'
Di axaftinên ku di meşê û piştî meşê hatin kirin de, komkujiyên Sînemaya Amûdê, Helepçe û Roboskî hatin bibîrxistin û hate gotin ku bûyera li Îzmîrê jî komkujiyek li hemberî kurdan hatiye kirin e. Di axaftinên ku hate diyarkirin ev komkujî nayên jibîrkirin de, ev tişt hatin gotin: "Amudê carekê bi agir, niha jî bi avê şewitî. Ev ne qedera me ye. Jiyan bêyî agir û av nabe, lê em ê ji vî agir û avê jiyanek bi rûmet biafirînin."
EHMED SILÊMAN: ÊŞA HEMÛ KURDAN YEK E
Di merasîmê de Berdevkê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman jî axaftinek kir û ji Efrîn heta Silêmaniyê êşa hemû kurdan yek e û divê kurd hemû bibin yek. Silêman bal kişand ser koçberiyê jî û got ku pêwîste tu kes terka welatê xwe neke. Silêman, herwiha ji bo alîkarî û piştgiriya wan spasiyên xwe pêşkêşî gelê Bakurê Kurdistanê kirin.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftin hate kirin û ji hemû kurdan re sersaxî hate xwestin. Piştî axaftinan 39 cenaze hatin definkirin. Merasîm bi xwendina duayan bi dawî bû.
Li aliyê din hate gotin ji kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane 7 ji heman malbatê ne û ji bilî wan tu endamên malbatê nemane. Cenazeyên ku birin bajarên Efrîn, Hesekê û Qamişlo jî bi beşdariya hezaran kesan hatin definkirin.