Bi berxwedan gelê Kobanê 4 wesayitên mazotê azad bûn

Bi berxwedan gelê Kobanê 4 wesayitên mazotê azad bûn

Gelê Kobanê 4 wesayitên ku mazot bar kiribûn, ber bi Kobanê ve bi rê ketibûn ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin, rizgar kir.

Komeke çekdar dest danîn ser 5 wesayitên mazot bar kiribûn û ber bi Kobanê bi rêketibû. Koma çekdar li ser rêya Şam – Bexda (Riya Rotko) beranberî herêma Ênîsa, ew desteser kiririn. Beriya ku dûr bikevin Asayişa Kobanê bi alîkariya gel 4 ji wan azad kirin û anîn Kobanê.

Lê yek ji wan ku gel û asayiş negihiştê. Piştî lêkolîna ku ji aliyê endamên Asayişê hate kirin diyar bû ku berê wesayita revandî birine herêma Tilebyed ya sînor. Hewldan hene ku ew jî ji destê Komên Çekdar ên girêdaye Artêşa Azad were azadkirin.