17'em rûniştina doza jê 44 girtî 68 siyasetmedarên Kurd ên Şirnexê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin.
17'emîn rûniştina doza siyasetmedarên Kurd ên jê 44 kes gîrtî û 68 kesan a Şirnexê ya Şaredarê Şirnexê Remezan Uysal, Şaredarê Gundikê Melê Abdurrezak Yildiz, Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê yê berê Abîd Îke û Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Şirnexê Serhat Ugur jî tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir.
Di rûniştinê de kesên tên darizandin, malbatên şaredaran, parêzer û Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan amadebûn. Di rûniştinê de dadgehê nêrîna dozger pirsî. Dozgeriyê xwest ku girtina hemû kesan berdewam bike. Piştre parêzeran parastin kir. Parêzer Serhat Karaşîn diyar kir ku, ji roja hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de destpê kirin heta niha rojeva girtiyên KCK'ê bên tahliyekirin heye û wiha got: "Ez li şûna kesê tê darizandinbam. Heke azadiya min bê nîqaşkirin, min dê gûman ji edaletê hîskiriba. Ji xwe lêpirsînên hatin kirin pirsanî ji bo tasfiyeya BDP'ê hatin kirin. Heke ez li ser kursiya darizandinêbam min bawerî bi dadê nedikir. Heke di navbera dewlet û rêxistinê hevdîtin bên kirin operasyon tên rawestandin."
BEŞTAŞ: EV DADGEH BERDEWAMIYA DADGEHÊN ÎSTÎKLALÊ NE
Parêzer Mesut Beştaş jî diyar kir ku, di darizandinê de hemû xebatên BDP'ê weke îlegal hatin nîşandan û wiha got: "Heke dijzagonîbe bila ji Dadgeha Makezagonê biryarê bigirin û xebatan bidarizînin. Helwesta dadgehê ya siyasî heye. Çawa BDP berdewamiya HEP'ê ye ev dadgeh jî berdewamiya Dadgehên Îstîklalê ne."
Pişt re dadgehê navbera da rûniştinê.