Civaknasê Tirk ê navdar Îsmaîl Beşîkçî ku di piraniya jiyana xwe de bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibe, di panela bi navê "Di diyarkirina pêkanînên mafên mirovan a li Tirkiyeyê de, faktorên li dijî hiqûqê" ya Akademiya Mafên Mirovan a ÎHD'ê de axivî û diyar kir ku gelê kurd bi têkoşîna 30 salên dawî de navê xwe belav kir û hebûna nasnameya xwe da qebûlkirin. Beçîkçî got: “Divê 40-50 milyon Kurd bêne nasîn.”
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê duh, di hefteya 2'emîn de dersên Akademiya Mafên Mirovan berdewam kir. Di dersa vê hefteyê Civaknasê navdar ê Tirk Îsmaîl Beşikçî ku demek dirêj e bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibe amade bû.
Beşîkçî panela bi navê "Di diyarkirina pêkanînên mafên mirovan a li Tirkiyeyê de, faktorên li dijî hiqûqê" pêşkêş kir. Beşîkçî balkişand ser tekoşîna kurdan a 30 salên dawî û wiha got:
"Kurd heta niha di nava rupelên dîrokê de nedihatin dîtin. Dewletê kurd înkar dikir. Lê belê gelê kurd bi têkoşîna xwe ya 30 salên dawî nasnameya xwe da qebûlkirin. Hebûna xwe aşkere kir. Divê êdî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo kurdan cihekî bibîne. Divê ku êdî statuya kurdan qebûl bike. Li Tirkiyeyê di bin hemû derbeyan de pirsgirêka kurd heye. Lê kes behsa vê rastiyê nake. Ger ku zanîngehan rol û peyvira xwe bilîsta darbeyên leşkerî pêk nedihatin. Lê zanîngehan peyvira xwe bi cih neanî û dijberî vê yekê ji bo darbekar Kenan Evren xelat bikin bi hevre ketin pêşbirgê. Pirsgirêka kurd tenê ne aydî kurdan e. Ev pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka ermenî, asûrî, suryanî û tirkan e jî.
'DIVÊ ÊDÎ 40-50 MÎLYON KURD BÊN NASÎN'
Beşîkçî, destnîşan kir ku li gel li ser ruyê cîhanê 40-50 mîlyon kurd hene jî pergalên serdest naxwazin kurdan nas bikin û statuyê nadin wan. Beşîkçî xwest êdî pergalên serdest hebûn, nasname û statuya kurdan qebûl bikin û wan nas bikin.