Berxwedan ji şîrê diya xwe têr nebû
Tîmên taybet ên li Cizîrê Zeynep Taşkin a 18 salî qetil kirin, pitika wê Berxwedan sêwî hiştin. Di heman bûyerê de dayika 8 zarokan Maşallah Edîn a 45 salî jî hat qetilkirin.
Tîmên taybet ên li Cizîrê Zeynep Taşkin a 18 salî qetil kirin, pitika wê Berxwedan sêwî hiştin. Di heman bûyerê de dayika 8 zarokan Maşallah Edîn a 45 salî jî hat qetilkirin.
Li Cizîrê, 21 sivîlên di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin, ji aliyê rayedarên dewletê ve weke 'terorîst' hatin îlankirin. Gûrbet Edîn a dayik û jinbira wê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, li hemberî vê yekê îsyan kir. Edîn got, "Dayikan û jinbira min a 18 salî, li gorî dewletê terorîst in. Dayika min a 8 zarokên wê hene û jinbira min a ev salek bû zewicîbû, gelo di destê wan de çek hebû?"
Dewleta Tirk a pirsgirêka Kurd çareser nake, stratejiya xwe ya şîdet û komkujiyê li Cizîrê derxist asta herî bilind. Malbata Edîn a di sala 1993'an de, ji ber ku sîstema cerdevaniyê red kir mala wan a li gundê Kavilkir ê Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin û li Taxa Cûdî bi cih bû, tevî ku di ser re 22 sal jî derbas bûn, ji komkujiyên dewletê xilas nebû. Maşallah Edîn a 45 salî û bûka wê Zeynep Taşkin a 18 salî, di hundirê mala xwe de ji aliyê tîmênt tevgera taybet ve bi gulereşandinê hatin qetilkirin.
Zeynep Taşkin a 18 salî, pitikê xwe Berxwedan ê yek salî, heta nefesa xwe ya dawî ji hembêza xwe dananî xwarê, dema bi hevserê xwe Eyaz Edîn ê li Başûrê Kurdistanê ajokariyê qemyonê dike bi telefonê diaxivî, hat qetilkirin. Maşallah Edîn a bûka xwe û neviyê xwe di nava xwînê de dît, ber bi deriyê derve yê malê beziya. Li ser vê yekê Maşallah Edîn jî bû hedefa guleyan. Ji ber gulereşandina ji wesayîta zirxî, ji malbata Edîn du kesan jiyana xwe ji dest dan, sê kes jî birîndar bûn. Ferdên malbatê yên bi rojan nekarîbûn miriyên xwe veşêre û birîndaran bibin nexweşxaneyê, dibêjin ku 'terora dewletê' ya li Cizîrê hat kirin, êrîşeke dijminane ye û wê ji aliyê nifşên pêş jî neyê ji bîr kirin.
Gûrbet Edîn diyar kir, ku di sala 1993'an de, ji ber ku sîstema cerdevaniyê qebûl nekirine, ew ji gundê Kavilkirê hatine li Taxa Cûdî bi cih bûne û qetilkirina dayik û jinbira xwe bi gotina 'çarenûsa Kurdan e' kurteber kir. Edîn da xuyakirin ku li hemberî xiyaneta ku dewletê li ser wan ferz dikir, wan gundê xwe terikandine û got, "Hingî em yek ji malbatên xwedî mal û milk ê herêmê bûn. Lê belê dewletê gundê me şewitand û berê me da bajêr. Em bûn mirovên herî xizan ên bajêr. Xizan li Taxa Cûdî li hev kom dibin."
BERXWEDAN HÎNÊ JI ŞÎRÊ DAYIKA XWE TÊR NEBÛBÛ
Edîn anî ziman ku heta salên dawî jî ew timî li polîtîkayên înkar û zextê yên dewletê rast hatine û destnîşan kir, ku bi êrîşên komkujiyê yên dawî yên li Cizîrê re, rewabûna dewletê êdî nemaye. Edîn got, "Dayika min hînê 45 salî bû, jinbira min Zeynep Taşkin 18 salî bû. 6 xwişk-birayên min bi carekê ve dîtin ku dayik û jinbira me di nava xwînê de ne. Ew zarok, gelo wê rewabûna vê dewletê çawa qebûl bikin? Kîjan leşker û polîsê Tirk li nava kolanan bibînin, wê hêrsa wan mezintir bibe û biv ê kîn û hesta tolhildanê wê mezin bibin. Bila dewlet êdî tîmên xwe yên ku veguherîne makîneya mirinê û zarokan sêwî dihêlin, ji vir bibe. Em nema dikarin îdare bikin ku kêliyekê jî be, van kujeran bibînin. Biraziyê min Berxwedan ê yek salî, berî ji şîrê dayika xwe têr bibe, dayika xwe ji dest da. Dema sibe Berxwedan mezin bû, em ê jê re bêjin 'Dema tu di hembêza dayika xwe de bû, tîmên taybet ên kujer ên dewleta Tirk dayika te qetil kirin?' Yê li qesrê Xwedê nas nake, pitikan sêwî dihêle. Her çend bi gotina 'Kurd terorîst' in re dixwaze xwe li pêşberî cîhanê paqij nîşan bide jî, di wijdanê me de tuyê her tim kujer be. Di bedena biçûk a biraziyê min Berxwedan de parçeyê şarapnelê hînê heye. Xwedê dizane, Kurd wê êdî dest ji çand û nasnameya xwe bernede. Dibe ku berxwedan bê dê mezin bibe, lê belê sibe wê bi serbilindî li hemberî we bisekine."
'MIN HINE LI GORA KEÇA XWE KIR'
Dayika Maşallah Edîn Hizna Dayan diyar kir ku li gorî wasiyeta keça xwe wan hine li gora wê kirine. Dayan da xuyakirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan fermana komkujiya li Cizîrê daye û got, "Keça min 45 salî bû. Dayika 8 zarokan bû. Timî digot, 'eger ez bimirim, hineyê li porê min bikin û bi wî rengî min veşêrin'. Lê min ti carî texmîn nedikir ku keça min rojekê bimire. Gelekî giran e, ev êş nayê vegotin. Di vê cîhanê û cîhana din de, ez giliyê Erdogan ê dilê min şewitand, dikim. Ji keça min a dayika 8 zarokan re radibe dibêje terorîst e. Gelo ev terorîst tiştekî çawa ye? Li gorî min, terorîst ew kujerên wî şandiye Cizîrê ne. Wan kujeran ji bo jin, zarok, extiyar, ciwan her kesî bikujin, çi ji destê wan hat kirin. Lê belê bi tenê kuştina 21 kesan ji destê wan hat. Eger ji wan bihata, dibe ku bi hezaran mirov qetil bikira. Ev 30 sal in, bawerim ti zilm nemaye ku vê dewletê li Botanê nekiriye. Eger îmana Erdogan heye, eger ji Xwedê bawer dike, wê çaxê divê zanibe ku dema bimire, wê çi bê serê wî."