Bertekên li hemberî komkujiya Parîsê mezin dibe

Bertekên li hemberî komkujiya Parîsê mezin dibe

Qetilkirina 3 jinên Kurd ku di nav de Sazûmankara PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hebûn li her derê tê şermezarkirin. Li Amed, Edene, Colemêrg Riha, Şirnex û Wanê jin û nûnerên saziyên sivîl derketin kolanan û komkujî şermezar kirin.

QELADIZÊ

Li Bajare Qeladizê jî qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd bi girseyî hatin şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. Meşê ji Holê Feqe Ahmed destpêkir û heta Meydana Azadiyê berdewam kir. Girse di meşê de wêneyên Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan bilind kirin. Girsê di meşê de gulên spî li welatiyan belav kirin. Nûnerên Tevgera Welatiyên Wekhev û Azad, PÇDK, RJAK, Yekitiyê Lawanê Demokratî Kurdistan, Yekîti Afratekanê Kurdistan, Yekîti Kutupxanê Kurdistan, Buzutnaweye Goran, Partiyê Karkeran Rejderanê Kurdistan, Komalî Îslamî, Yekgirtû Îslamî, Senterê Geşe Pêdan, Rekxirawê Komlayê Afretanê Kurdistan, Komiteyi Çaleki Medenî Qeladizê, Ferankxana Qeladizê, Senterê Lawane Qeladizê, Hizbe Sosyalîst Kurdistan û Bizotnaweye Îslamî Kurdistan amade bûn. Girsê li Meydana Azadiyê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin.

AMED

Platforma Şaxan ya KESK'ê jî bi heman armancê qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd li Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê Platformê Seroka SES'a Amedê Hulya Alukoman Uyanik, daxuyanî da û qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kir.

EDENE

Platforma Jinan ya Edene û nûnerên DOKH jî bi heman armancê li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de aktivîstên DOKH, BDP û gelek kesên din amade bûn. Girsê li ber avahiya BDP'ê ya Edeneyê pankarta "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" vekir. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bila qatîl bên dîtin û aştî pêk bê" û "Şehîd namirin” qîrkirin. Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Endama Platforma Jinan Prz. Sevîl Araci Bek daxuyanî da.

GURGUM

Cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd dê pêncşemê li Amedê bi merasimek girseyî bişînin Dêrsim, Gurgum û Mêrsînê. Endamê Meclîsa BDP'ê Salih Baykal diyar kir ku, dê roja Înê ji bo Fidan Dogan li navçeya Elbîstanê ya Gurgumê merasimekê pêk bînin. Baykal anî ziman ku, amadekariyên merasima cenaze didomin û wiha got: "Dê cenazeyê Fidan Doðan di demjimêr 13.00'an de li gundê Xançiplakê ya Elbîstana Mereşê bê definkirin û parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydog jî tevlî merasimê bibe.

COLEMÊRG

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Gevera Colemêrgê jî bi heman armancê bi daxuyaniyekê çalakî pêk anî. Koma ku li ber Otela Oslo civîya daxuyanî da. Serokê BDP'a Geverê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, nûnerên KURDÎ-DER, MEYA-DER, û endamên meclîsê jî tevlî daxuaynîyê bûn. Komê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sema Yüce û ala Konfederalîzmê û YJA Starê rakirin. Komê bê navber sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “HPG tolhildan” qîr kirin. Komê piştî daxuyanî dan dîsa heta avahiya BDP'ê meşiyan.

RIHA

Meclîsa Jinan ya BDP'ê jî li ber avahiya BDP'ê ya Rihayê daxuyanî da û qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd şermezar kirin. Li ser navê jinan Sara Akyildirim daxuyanî da û xwest Parîs komkujiyê ronî bike. Jinan piştî daxuyaniyê sloganên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" qîr kirin û çalakî bi dawî kir.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî rêveberên BDP'ê û hilbijêrên bajar û navçeyan li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan kes amade bûn. Komê di daxuyaniyê de pankarta "Şehadeta we sereftin û soza we dê sonda me ya toldildanê be" vekir. Li ser navê komê xebatkara Komeleya Jinan ya Zilan Berî Yaman daxuyanî da û qetilkirina 3 jinan şermezar kir. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

WAN

Rêxistina BDP'3e ya Wanê jî di derbarê qetilkirina 3 jinên Kurd de civîn pêk anî. li ser navê komê Serokê BDP'a Wanê Omer Ertaş, daxuyanî da û qetilkirin şermezar kir.