Bernameya merasîma cenazeyê ya li Amedê aşkere bû

Bernameya merasîma cenazeyê ya li Amedê aşkere bû

Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê, bernameya der barê merasîma cenazeyê de aşkere kir. Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, di civînê de axivî û got: "Em hemû gelê Amedê, saziyan ji 7 heta 70'ê herkesî bangî beşdariya merasîma cenazeyê dikin." Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî piştî civînê daxûyanî da û diyar kir ku divê hemû gelê kurd beşdarê merasîma cenazeyan bibe û wiha got: "Bi vê komkûjiyî peyam dane gelê kurd û xwestin bitirsîn in. Lê gelê me bi xwedî derketina xwe ya niha ev vala derxist. Divê gelê me bi xwedîdeketinek hêztir beşdarî merasîma vir jî bibe."

Ji bo 3 siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Amedê roja Pênçşemê di seat 11.00'an de li Qada Batikentê bi girseyî merasîm bê lidarxistin. Hate ragihandin ku li merasîma ku dê li Amedê pêk were ji hemû bajaran gel beşdar bibe. Girseya li Riha, Meletî û Dîlokê jî dê beşdarî merasîma cenazeyê ya li Navçeya Elbîstanê ya Mereşê bibe. Her wiha cenazeya Şaylemez a dê bibin Mêrsînê jî roja înê, bi beşdariya navenda Edeneyê û navçeya Ceyhanê bi girseyî bê pêşwazî kirin. Rêxistina BDP'ê ya Amedê der barê merasîma cenazeyan de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxist. Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û Endama PM'ê ya BDP'ê Pelîn Yilmaz beşdar bûn.

'EM BAGN LI HEMÛ KESÊN XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERDIKEVIN DIKIN’

Di civînê de destpêkê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr axivî û diyar kir ku qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên kurd provakasyonek a li hemberê aştiyê ye. Baydemîr, da zanîn ku ji ber vê yekê ew bang li hemû amediyan, saziyan, ji 7'ê heta 70'ê salî dikin ku beşdarê merasîma cenazeyan bibin. Baydemîr, wiha got: "Bi xwedîderketina cenazeyan em dixwazin provakasyona bi qetilkirinê dixwestin pêk bînin vala derbixin. Em bang li hemû gelên li Tirkiyeyê dikin ku di vê êşî de bibin hevpar. Em dê ew roj reş li xwe bikin, şalên (kefî) spî bavêjin ser xwe û hêviya xwe ya ji bo aştiyê nû bikin. Em bang li hemû kesên xwedî li aştiyê derdikevin beşdarê merasîmê dikin."

'PROVOKASYON JI GELÊ AMEDÊ PÊK NAYÊ'

Baydemîr, destnîşan kir ku heke provokasyon were jî dê ne ji gelê Amedê bê. Baydemîr, diyar kir ku divê merasîmê neşibînin Xabûrê. Baydemîr, her wiha bang li hemû rewşenbîran kir ku beşdarê merasîmê bibin. Piştî Baydemîr, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, axivî û diyar kir ku wan nêzî hezar kesî ji bo merasîmê peywirdar kiriye û got: "Em hemû gelê Amedê û derdorê bangî beşdariya merasîmê dikin."

BANGEWAZIYA XWEDÎDERKETINÊ

Piştî Zumrut, Endama PM'ê ya BDP'ê Pelîn Yilmaz axivî û wiha got: "Weke êşa me hêrsa me jî mezin e. Merasîma cenazeyê ya li Amedê pêk were dê hemû parlementer û şaredarên partiyê beşdar bibin. Merasîma cenazeyê ya li Dêrsimê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlementer Sebahat Tûncel, Emîne Ayna, Halîl Aksoy, Îdrîs Balûken, Nazmî Gur. Merasîma li Elbîstanê jî Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementer Ayla Akat, Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Parlementer Îbrahîm Bînîcî, Hasîp Kaplan, Ozdal Uçer beşdar bibin. Merasîma li Mêrsînê jî, Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementer Mulkiye Bîrtane, Pervîn Bûldan, Husamettîn Zenderlîoglu, Ertugrul Kurkçu, Murat Bozlak beşdar bibin."

DEMÎRTAŞ: FRANSA DIVÊ DEMILDEST RONÎ BIKE

Piştî civînê Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ber avahiya partiyê daxûyaniyek kurt da rojnamevanan. Demîrtaş, anî ziman ku divê hemû gelê kurd xwedî li cenazeyan derbikeve. Demîrtaş, destnîşan kir ku bi vê komkûjiyî xwestin peyameke bidin gelê kurd û bidirsîn in. Demîrtaş, derbirî ku lê gelê kurd bi xwedîderketina cenazeyan a niha vê yekê vala derxist. Demîrtaş, da zanîn ku divê gelê kurd bi girseyî beşdarê merasîma cenazeyê ya li Amedê pêk bê, bibe û bersivê bide van kesan. Demîrtaş, diyar kir ku di cenazeyan de dê provokasyon pêk neyê û got: "Partiya me derbarê mijarê de ewlehiya pêwîst digire." Demîrtaş, pişt re pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş, ev tişt gotin: "Divê hikûmeta Fransayê demildest komkûjiyê ronî bike. Me di derbarê mijarê de bi wan re hevdîtinê kir. Hikûmet ji bo komkujî ronahî bibe eleqedar dibe. Dê komkûjî ronî bibe em dê demên pêş de hîn bibin. Divê Tirkiye jî di vê xalî de pêkûtiya siyasî pêk bîne. Komkûjiyê kî/ê kiriye di vê mijarî de tû belge di destê me de tûne ye. Lê tu hêzek îstîxbarat li pişt tune be nikare vê komkûjiyî pêk bîne. Divê pêvajoyî de divê her kes li gotinên xwe baldar be. AKP weke ku dê pêvajo xira bibe û dê tu sûcê wî tune be tev digere. Erê, li Îmraliyê hevdîtin pêk tê; lê hê jî neketiye kûçeyan. Li Nisêbînê PKK'yiyek di nava rojê de hate înfaz kirin. Girtin berdewam dikin."