Berhem Salih jî beşdarî kongreya AKP’ê dibe

Berhem Salih jî beşdarî kongreya AKP’ê dibe

Hat ragihandin ku dê Dr. Berhem Salih li şûna Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî beşdarî kongreya hukûmeta AKP’ê bibe.

Li hemberî hemû nerazîbûnên gelê Kurd, rayedarên Başûrê Kurdistanê beşdarî Kongreya AKP’ê dibin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Dr.Berhem Salih ji bo beşdarî kongreya AKP’ê bibe ber bi Tirkiyeyê ve bir ê ket.

BARZANÎ LI ENQEREYÊ YE

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo beşdarî kongreya asayî ya AKP’ê ku sibê tê lidarxistin bibe, îro gihişt Enqereyê.