Li Bedlîsê berfa zêde dîsan destpê kir. Berfa çend roje dibare jiyanê neyînî bandor dike. Li Mûşê jî ji ber berfa zêde dibare jiyana rojane zehmet dike. Ji ber berfê riya 145 gunda hate giritn.
Li Bedlîsê berfa hefteya borî destpê kir jiyanê neyînî bandor dike û berdewam dike. Ji ber berfê rê hatin girtin û rêyên bingehî jî bi kontrolî wesayît lê derbaz dibin. Welatî ji ber Şaredariya Bedlîsê û 11'emîn Midûriyeta Herêmê yên Rêyên Bejayî peywirên xwe bi cih neynan bi gazincin.
Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î Medenî Başkan diyar kir ku, riyên herêma Rahvan hêj girtîne. Başkan anî ziman ku, li Bedlîsê 4 pirsên li ser riyan hene û ji wan tu nayên bikaranîn û wiha got: "Pirên ji bo welatî li ser derbaz bibin hatin çêkirin ji ber şaştiyên çêkirin, li cihên şaş hatin danîn û nayên paqijkirin ji aliyê welatiyan ve nayên bikaranîn."
Başkan da zanîn ku, ji ber welatî pirsên li ser riyan bikar naynin bi wesayîtên nava bajar tên û diçûn û wiha axivî: "Ji roja herêma Rahva ji nîştecihbûnê re hate vekirin û ji ber pirên li serê yan nayên bikaranîn hate niha 20 welatî ji ber qezayan jiyana xwe ji dest dan. Riya bejayî ya Bedlîs û Tetwanê ji ber tu tedbîrên ewlehiyê nehatine girtin jiyana welatiyan têxe metirsiyê. "
LI MÛŞÊ JÎ BARÎNA BERFÊ BERDEWAM DIKE
Li Mûşê jî barîna berfê ya zêde jiyanê neyînî bandor dike. Riya 145 gundên navçe û navendan hate girtin û stûrahiya berfê 60 santîmetreyî.