Berdevkê Parastina Herêma Kurdistanê Helgord Hîkmat Mega Elî ku bi sedema vegotina sedema pirsgirêk û rageşiyê yên di navbera Herêma Kurdistana Federal û rêveberiya Navendî ya Iraqê de ji sazî û dezgehên Swêdî re bibêje, hatibû Stockholmê ,têkiliyên xwe didomîne.
Mega Elî yê ku di 11ê Îlonê de bi gelek parlementerên ji partiyên siyasî yên cihê yên Parlementoya Swêdî re hevdîtin pêk anî metirsiya xwe aşkere kir ku ew ditirsin F16yên ku DYA wê di 2014an de bide Iraqê, li dijî kurdan werin bikaranîn. Berdevk akere kir ku ne pêkan e ev balafir li dijî Kuwêt, Îran û Tirkiyeyê werin bikaranîn lê dema ku mirov serboriyên Helepçe û Enfalê bi bîr bîne rîska wê heye ku ev balafir li dijî kurdan werin bikaranîn.
Mega Elî diyar kir ku rêveberiya Iraqê hê jî hişmendiya xwe ya berê li dijî kurdan diparêze û piştre diyar kir ku wan di hevdîtinên bi rayedarên amerîkayî re jî wan dijberiya xwe nîşan dane ku DYA firokeyên şerî nedin Iraqê.
Mega Elî, diyar kir ku ew hêvîdar bûn ku piştî Seddam Iraqeke demokratîk pêk bê û ji bo vê sedemê jî wan rewşenbîrên kurd bo ku beşdariyê li pêvajoyê bikin berev Bexdayê ve şandine lêbelê nekarîne ku bandorê li rêveberiyê bikin.
Parlementerê Partiya Karkerê Demokrat a Sosyal, Arhe Hmednaca diyar kir ku wê tiştekî rast be ku Hikûmeta Swêd ji bo çareserkirina pirsgirêkan navbeynkariyê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bike, Parlementerê Partiya Gel û Berdevkê Polîtîkaya Derve Fredrîk Malm jî diyar kir ku ew ê ti caran pesend nekin ku rêveberiya Iraqê li hemberî kurdan firokeyên şerî bi kar bîne.
Berdevkê Kurd piştî civînê pirsên me bersivand û li hemberî bomberankirina Kurdistana Federal a ji hêla Tirkiyeyê ve bertek nîşan da. Mega Elî diyar kir ku meseleya kurd wê bomberankirinê, bi kuştina sivîlan û şewitandina gund û zeviyan wê nikare çareser bibe, û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkê di dîyalogan de ye. Berdevk diyar kir ku piştî her êrîşê, ew, êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikin û ew ê vê şermezarkirinê bidomînin.
Berdevkê Parastina Herêma Kurdistanê, diyar kir ku heke ji Rojavayê Kurdistanê xweserî were avakirin, heke em ceribandinên di derbarê Iraqê de jî bi bîr bînin, ew qet ne di wê baweriyê de ne kuTirkiye mudaxeleyî Rojava bike. Halgord Hîkmat Mega Elî diyar kir ‘’ Em ê heta dawiyê li pişt daxwazê xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bin. Ew birayên me ne. Em ê hemû tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikin. ‘’