Ber bi sînor ve veguhestina leşkerî

Ber bi sînor ve veguhestina leşkerî

Li Şirnexê serê sibê ji Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê gelek wesayîtên zirxî ber bi Herêma Federal a Kurdistanê ve hatin veguhestin.

Piştî şevê din gerîlayên HPG’ê li dijî Girê Kundîk ê ku parazvaniya Fermadariya Tugaya navçeya Elkê ya Şirnexê dike êrîş pêk anîn li navçeyên Şirnexê tevgera leşkerî dest pê kir. Gelek wesayîtên zirxî ji Fermandariya Tugaya Çakirsogut leşkerên komando ber bi Başûrê Kurdistanê ve birin. Di dema veguhestina leşkerî de wesayîtên bi navê Jammer ên sînyalan dibirin tedbîr girtin.