NÛ BÛ

Bendava Şehba û 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin

Hêzên Şoreşger, Bendava Şehbayê û 5 gund, 2 gundik û stasyoneke bazê ya li vê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Hêzên Şoreşger îro danê sibehê li herêma Şehba ya Rojavayê Kurdistanê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek lidar xistin.

Di encama vê operasyonê de gund û nuqteyên bi navê El-Hesiya, hsack, Simûqa, Qol Sirûc, Bendava Şehbayê, El-Werdiye, Mezreyên El-Xûl, Mezreyên Hesîniniyê û Navenda Sîriya Têl hatin rizgarkirin.

Piştî rizgarkirinê, şervanan li van gundan dest bi lêgerînê kirin. Di encama lêgerînê de 8 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê û miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.

Çebixaneyên ku ketin destê şervanan ev in: "2 BKS, 2 rokêtin B7, 3 kilêş, bêrînoyek, doşkeke 23, 6 sindoqên guleyên doşka û hin cebilxaneyên din."

Hêzên Şoreşger ên bi navê Ceyş El-Siwar, Hêzên Eşîreyan, Eniya Jinên Şehbayê, Lîwa El-Şemal El-Dîmuqratî û Meclîsa Leşkerî ya Babê di opersyonê de cih girtin. 

Li gundên hatine rizgarkirin opersyonan şervanan a paqijkirinê dewam dike.