Belediyespora Bajarê Mezin ya Amedê bû şampiyon

Belediyespora Bajarê Mezin ya Amedê bû şampiyon

Di Lîga Akademiya Tirkiyeyê ya Koma Rojhilata Anatolê ya nifşê U-16 salî de; Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Bîngolspor 3-0 têk bir û bû şampiyon.

Di Lîga Akademiya Tirkiyeyê ya Koma Rojhilata Anatolê ya nifşê U-16 salî de; Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Bîngolspor li Tesîsên DSÎ Spor ya Amedê hatin hemberî hev. Di lîstika gokê de Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Bîngolspor 3-0 têk bir û bû şampiyon. Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, dê di meha Sibatê de li Antalyayê tevlî Fînala Tirkiyeyê bibe.

Dîrektorê Teknîkê yê Nifşê U-16 salî yê Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Ekrem Uşen anî ziman ku, armanca wan ya sereke ji werzîşê bêtir di nava civakê de kes û kesayetiyê ku xizmeta pêşketin û peşeroja civakê bikin ava bikin. Uşen anî ziman ku, wan ji meha tebaxê de dest bi xebatên xwe kir û da zanîn ku, ew dixwazin hemû ciwanên xwe têxin xizmeta civakê.