Hate ragihandin ku, bejahiya Oremarê ya ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê ve tê bombebaran kirin.
Herêma Oremar ya di bin kontrola gêrîlayên HPG’ê de, hate hînbûn ku îro ji demjimêrên şevê ve tê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, helîkopterên kobra yên ji 34’mîn Fermandariya Taktîkî ya Hidût rabûn herêmên stratejîk yên Oremarê bombebaran dike. Ji tabûrên Oremar, Sîneva û Ştazinê bi obîs û hewana herêm tê bombebaran kirin, weke din jî hate hînbûn ku, ji qereqola Oremarê bi çekên giran derdora gund tê gulebaran kirin.
Ajansa Nûçeya ya Dîcle DÎHA’yê bi telefonê xwe gihand gundiyan û ragihandin ku, bê navber herêmên daristanî, çiya û keviran bombebaran dikin. Gundiyên Oremarê ragihandin ku, “Li gund tiştek tuneye. Lê belê ji demjimêrên şevê ve bi obîs û helîkopteran derdora gund û noqteyên stratejîk tên bombebaran kirin. Ji tabûra nava gund jî gir, bax û baxçeyên gund tên topbaran kirin. Leşker ji tabûrê dernakevin. Hêjan jî topbaran didome, em ketine malên xwe û temaşe dikin. Heya niha me nedît bersiva topbarana hatiye dayîn. Herêmên daristanî, çiya û zinaran didin ber bombeyan.”
Li aliyê din jî hate ragihandin ku, li Geverê liv û tevgera helîkopteran ya awarte heye. Li navçeyê gelek helîkopterên şer rabûn.