Bejahiya Çewlik-Amedê bi balefiran tê bombebaran kirin

Bejahiya Çewlik-Amedê bi balefiran tê bombebaran kirin

Piştî li nêzî navçeya Bongilan ya Çewlikê êrîşî karwana leşkerî kirin, îro 7’mîn Fermandariya Kolordu li bejahiya navçeyên Çewlik-Amedê operasyon da destpê kirin. Herêm di çarçoveya operasyonê de ji aliyê balefirên du demjimêr berê ji Amedê rabûn herêm bombebaran kirin, piştre yekîneyên leşkeran daxistin bejahiyê.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li Çewlikê piştî êrîşa li dijî karwana leşkerî, li bejahiya navçeyên Çewlikê-Bongilan-Çêrme-Darahênê û navçeya Lîcê ya Amedê operasyon hate destpê kirin.

Beriya operasyona bi fermana 7’mîn Fermandariya Kolorduyê, herêm ji aliyê 8 balefirên ji balefirgeha Amedê beriya operasyonê du demjimêran rabûn herêm bombebaran kirin.

Piştî bombebaranê yekîneyên nû ku cerdevan jî di nav de bûn sewqî herêmê kirin, hate ragihandin ku operasyon hêjan li bejahiya Çewlik-Lîcê didome û helîkopterên Kobra jî tevlî operasyonê bûne.

Di vê navberê de, dema ku di bin pira ketina taxa Çarikli ya li ser rêya Amed-Mêrdînê bombe hate dîtin, rêya di navbera Amed-Mêrdînê ji trafîkê re hate girtin, rojnamevanên ku çûne herêmê ji wê deverê dûrxistin.