Rexistina BDP'ê ya Mêrdînê dê îro meşa "Ji Ocalan re Azadî" li dar bixe.
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikşîne tercrîda li ser Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan dê "Meşa Azadiyê" pêk bîne.
Endam û rêveberên BDP'ê ya Mêrdînê dê îro li ber Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê kom bibin û meşekê pêk bîne. Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê derbarê meş de li avahiya BDP'a Mêrdînê Civîn pêk anî. Wekîlê Hevserokên BDP'a Mêrdînê Şaban Karakaş, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dê sibê saet di 12.00'an de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê meşekê pêk bînin. Karakaş, bang li her kesî kir û xwest tevlî meşê bibin.