BDP’iyên ji Amedê hatin û xwestin tevlî mitînga li Çewlikê ya protesto kirina êrîşa li ser avahiya BDP’ê bibin, destûr nadin bikevin bajar. Girseya ku li ber Qereqola Cendirmeyan ya Yayla hatine rawestandin, wesayîta hewa ya bêmirov li ser wan nizim difire.
Girseya ku ji Amedê ber bi Çewlikê ketine rê û di nav de Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD û Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan û gelek kes heyî, wesayîtên wan 20 kîlometre dûrî navçeya Dêra Hênê rawestandin. Wesayîtên ku li ber Qereqola Cendirmeyan ya Yaylayê rawestandîn destûr nadin bikevin nava bajar. Bi fermana Walîtiyê bihinceta bûyerên li nava bajar, destûr nade ku girseya ji Amedê hatî bikeve bajar. Rêya navçeya Dêra Hênê ya navbera Amed –Çewlikê de hate girtin. Rêya ku bi wesayîtên zirxî hatiye girtin, destûr nadin tu kes derbaz bibin, balkêşe ku li bejahiya rê tîmên tevgera taybet hatine bicih kirin. BDP’iyên ku ji wesayîtên xwe hatin xwar, sloganên “Bijî Serok Apo” û dest bi dîlanê kirin. Hate dîtin ku, Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov li ser girseyê nizim digeriyan.