BDP’iyên hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

BDP’iyên hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Şandeya BDP’ê ku ji bo piştgiriyê bidin Kurdistaniyên hewil didin biçin Çiyayê Kato û cenazeyên 7 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dan bigirin, ketin rê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. BDP’iyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Şandeya BDP’ê ku di nav de serokê BDP’a Şirnexê, navçe û şaredarên herêmê jî heyî gelek kes ji bo biçin navçeya Elkê ya Şirnexê ku ev birojane pevçûn lê didomin û piştgiriyê bidin Kurdistaniyên ku hewil didin biçin Çiyayê Kato ji Şirnexê ketin rê. Şandeya ku ber bi Elkê ketin rê, li noqteya leşkerî ya li Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê ve hatin astengkirin. Leşkeran sedemê astengkirinê weke biryara Walîtiyê hincet nîşanda û li pêşiya şandeyê bend danîn. Piştî nîqaşa di navbera leşker û şandeyê de, şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.