BDP'iyên ji Amedê ji bo ku tevlî mitînga Çewlîkê bibin derketin rê li nokteya Kontrola Trafîkê ya Herêmê ya Amedê hatin rawestandin. Li ser vê yekê welatî ji wesayîtan hatin xwarê û dest bi meşê kirin.
BDP'iyên li Amedê ji bo ku tevlî mitînga li Çewlîkê ya bi armanca şermezarkira êrîş li dijî avahiya Rêxistina BDP'ê ya Çewlîk pêkhat bibin, derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin rewastandin. BDP'iyên di nav de Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan û gelek welatî jî hene li noktaya Kontrola Trafîkê ya Herêma Amedê hatin rawestandin. Ji wesayîtan yek bi hinceta "Ji bilî kesên li ser navê wî hatiye qeydkirin tê bikaranîn" 2 hezar TL. cezayê pere yê komîk jê re hate birîn, 2 wesayît jî ji aliyê polîsan ve 15 roj ji trafîkê hatin menkirin.
Li ser vê yekê Endamê Meclîsa KCD'ê Tan û gelek welatiyan riya bejayî ji tirafîkê re girtin. Di navbera polîs û BDP'iyan de rageşî pêk hat. Pişt re Tan û welatiyan ber bi Tesîsên Bêhndanê yên Alo TIR dest bi meşê kirin.