Rêxistina BDP'ê li gundê Evcilerê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê malbatên Emul û Azak ku 30 salin pevçûbûn û ne li hev nedikirin, bi xwarina aştiyê li hev anîn.
Li gundê Evcilerê yê navçeya Şemrexa Mêrdînê malbatên Emul û Azak 30 sal berê pevçûbûn û neyartî ketibû nava wan. 30 sal berê malbat pevçûbûn kiribû û kesê bi navê Şeyhmus Azak hatibû kuştin. Piştî rêxistina BDP'ê ket navberê 2 malbat li hev anîn û di navbera malbatan de aştî çêkir. Malbatmên Emul û Azad li hewşa avahiya BDPê ya Şemrexê li hev kom bûn û di xwarina aştiyê de hatin cem hev.
Di merasima aştiyê de rêveberên BDP'ê yên Mêrdînê û Şemrexê, rêveberên MEYA-DER, xizm û malbatên Emul û Azak amade bûn. Di merasima aştiyê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sihem Elveren Alp, axivî û xwest êdî Kurd di nava xwe de kuştin û neyartiyê bi dawî bikin. Alp anî ziman ku, ew wekî BDP'ê dê her tim ji bo aştiya civakî û tevahî di nava hewldanan de bin û xwest her kes ji bo vê yekê têbikoşe.
Piştî axaftinan Mehmet Emul û Piran Azak li ser navê malbatan destê hev girtin û li hev hatin.