Rêxistina BDP'ê ya Amedê li avahiya BDP'ê 2 malbatên ku şer kiribûn, li hev anî. Di merasima aştiya malbatên Demîrhan û Toprak de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku, aştiya ku di nava xwe de pêş dixin civakê kêfxweş û aram dike û xwest êdî hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê malbatên Demirhan û Toprak li Salona Konferansê ya Vedat Aydin ya Rêxistina BDP'a Amedê bi merasimekê li hev anîn. Di merasima aştiyê de Parlamantera BDP'ê Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Pasûrê, Hevseroka BDP'a Amedê û rêveberên BDP'ê û endamên malbata Demirhan û Toprak amade bûn.
Di merasimê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku, aştiya ku di nava xwe de pêş dixin civakê kêfxweş û aram dike û xwest êdî hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Aydogan anî ziman ku, li vî welatî pêdiviya wan bi aştiya navxweyî heye û wiha got: "Di şerê navxweyî de yê herî zêde hez dike dewlete. Lê aştiya ku Kurd bi xwe di nava xwe de pêş dixin dewletê aciz dike. Em dê çareseriya navxweyî bêtir pêş bixin û bêtir dewletê biqeherînin."
Piştî axaftinan ji herdu malbatan di bin Quranê de destê xwe dan hev û soz dan ku zerarê nedin hev û aştiyê pêş bixin. Merasima aştiyê bi xwendina duayan bi dawî bû.