Di operasyona li sêgoşeya Licê, Hênê û Dara Hênê de şerek qewimî û di şer de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di operasyona tîmên taybet û helîkopter tevlîbûn de çekên kimyewî hatin bikaranîn. Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut li ser hesaba xwe ya twitterê ragihand ku, dê di demjimêr 13.00’an di derbarê operasyona Lîcê daxuyaniyekê bidin.
Duh serê sibê di demjimêr 06.00'an de li sêgoşeya navçeyên Dara Hênê, Hênê û Licê operasyona berfireh hat destpêkirin. Operasyon bêtir li derdorê gundê Şenlik, Ziyaret, Hambaz û Taşlikê belav bû. Gelek polîs û cendirmeyan bi 30 maşîneyên kîrpî yên zirxî tevlî operasyon bûn. Her wiha 6 helîkopterên kobra jî beşdarî operasyonê bûn.
Şerê ku saet di 11.00'an de dest pê kir heta piştî nîvro berdewam kir. Piştî demek dirêj ku helîkopteran herêm bombe kir, di operasyona leşkerî de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Welatiyan dabû diyarkirin ku, bêhna ji cilên gêrîlayan dihat mirov dixelandin û di wê baweriyê de ne ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
BDP’ê jî şandeyek şandibû cihê bûyerê ku di nav de Zubeyde Zumrut jî hebû anî ziman ku, bêhnek pir xirab ji cil û alavên gêrîlayan dihat, gûmana ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn heye.
Têkildarî vê bûyerê Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut di hesaba xwe ya twitterê de ragihand ku, ew dê di demjimêr 13.00’an de li ber avahiya BDP’a bajarê Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û Zumrut gel vexwende daxuyaniya çapemeniyê.