Li bajaroka Pirxusê ya navçeya Xelatê ya Bedlîsê di meha Tebaxê de BDP’ê teşkîlata xwe vekir û duh bi şev avahî ji aliyê hin kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hate şewitandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 02.00’an de avahiya BDP’ê ya Pirxusê ji aliyê hin kesan ve hate şewitandin. Hate hînbûn ku amûrên avahiyê hemû şewitîne.
Balkêşe ku êrîş beriya serdana Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş a Xelatê pêk hat. BDP’a Ovakişlayê di 21’ê tebaxê de hatibû vekirin. Ev teşkîlat xwedî taybetiyeke ku cara yekemîn partiyeke siyasî vedike.
Tê payîn ku parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê îro biçe Xelatê.