Şaredar Osman Baydemîr ji bo nivîskar Îsmaîl Beşîkçî xwarinek da. Baydemîr diyar kir ku Galîleo ji ber ku got ‘cîhan gilover e’ hate darizandin û Galîleo bi awayekî dîplomatîk paş ve gav avêt, lê Beşîkçî got ‘Kurd û Kurdistan heye’ û paş ve gav neavêt.
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji ber pirtûkên xwe yên pirsgirêka kurd tê de nivîsî 17.5 salan di girtîgehê de ma û niha li Amedê mîvan e. Beşîkçî li girtîgeha ku maye ya Nava Sûran geriya. Baydemîr bo wî xwarinek da.
Baydemîr, Îsmîl Beşîkçî bir çîgerciyeke nava Sûran. Piştre jî bir ocaxa çayê ya Xalê Riza û li vir çaya kaçax û ava susê pêşkêş kir.
JI BO BEŞÎKÇÎ SURPRÎZA DENGBÊJAN
Piştre nivîskar Şeymus Dîken kul i Midûriyeta Çand û Turîzmê ya şaredariyê dixebite, Beşîkçî li cihên dîrokî û turîstîk gerand. Serokê weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, nivîskarê kurd Malmîsanij û nûnerên weqfê jî ligel bû. Beşîkçî Surê Amedê, Sulava Fîskayayê û Navasuran geriya. Beşîkçî li girtîgeha nava Suran ku ew jî tê de maye geriyan û tiştên ku qawişê jiya bû vegot. Piştre derbasî Xana Hesen Paşa û Mizgefta Mezin bû. LÝ Muzeya Ahmet Arîf pirtûk û amûrên wî lêkolîn kir. ji vir jî derbasî Navenda Çanda Dîcle Firat bûn û li wir dengbêjan klam vegot. Ji wir jî derbasî dêra Surp Gîragors bûn.
BEŞÎKÇÎ QEREKOLÊN HIŞÊ ME HILWEŞAND
Êvarê jî şaredar Osman Baydemîr li koşka Erdebîl ji bo Beşîçî xwarin da. Gelek kes tevli xwarinê bûn. Baydemîr di xwarinê de wiha got: “40 sal şûnde mamoste Îsmaîl hate Amedê. Em gelek kêfxweş in.” Baydemîr Beşîkçî şiband Galîleo ku gotibû ‘Cihan li dora xwe dizivire” û di dadgehê engîzîsyonê de hate darizandin û wiha got: “ Mamosteyê min jî got kurd û Kurdistan heye. Jiyana wî li zindanan derbas bû. di surgunê de jiya. Em li ser navê nifşê xwe dibêjim. Me bi pirtûkên we qereqolên hişê xwe hilweşand. “
BEŞÎKÇÎ:DIVÊ MIROVÊN ZANA BANG LI DEWLETÊ BIKE
Beşîkçî jî axivî û diyar kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka kurde û wiha got: “Salên 70’ê jî wisa bû îro jî wisa ye. Lê îro bi aşkera tê axaftin. Berê tenê me ev mijar diaxivî. Lê îro dewllet jî diaxive. Lê mixabin di navbera me û dewletê de di warê fêmkirinê de cudahiyên kûr hene. Ev 30 sale têkoşîneke bê hempa tê dayîn. Em her tiştî ji nêz ve dişopînin. Bila kesê zana bang li dewletê bikin. divê bêjin mafê kurdan bidinê. Divê bêjin heta îro maf hate binpêkirin, ev şer e. Divê bêjin mafê xwezayî yên kurdan bidinê.”