Têkoşîna azadiya Kurdistanê zêdetirê 40 salane berdewam dike. Di vê pêvajoyê de gelek nifş hatin û çûn. Gerîla Hemze Xelfetî yê ku 1989’ê tevlî nava refên gerîlayan bû tevî kurdê xwe di nava têkoşîna azadiyê de ji mafên gelê Kurd têdikoşe.
Hemze Xelfetî 1960’ê li gundê Dêrto yê navçeya Helfetî ya Rihayê ji dayi bûye. Dayika Elîf a ku hevala zarokatiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, şîr daye Hemze. Her wiha Hemze xizmê hevalê zarokatî û têkoşînê yê Ocalan Hasan Bîndal e. Bi rêya Bîndal 1977’ê tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Nasnavê xwe Hemze, ji nasnavê Hasan Bîndal wergirtiye. Hemze dibistana seretayî qedandiye. Beriya tevlî têkoşînê bibe bi bazirganiyê re mijûl dibû û piştî derbeya 12’ê Îlonê ku mîna kabusekî bi ser Kurdistanê de hat ji tevgerê qut bû. Di wê demê de ew birin leşkeriyê. Hemze leşkeriyê li Meletiyê dikir û ji ber nîqaşekê sirgûnê navçeya Qamûşan hate kirin. Ji ber ku Kurdî dizanî ew ji bo daran dişandin gundan. Lê li wir li rastî nerazîbûnên gel ên li dijî leşkeran dihat.
Hemze bal kişand ser hêrsa gel a li hemberî leşkeran û ev bîranîna xwe vegot: “Rojekê dema em diçûn gundan daran bînin, min bihîst ku çend dayik li me dinêrin û dibêjin ‘bêşerefan’. Ji bilî min kesî bi kurdî nedizanî. Min ji dayikan re got dayê ez jî Kurd im, hûn çima dijûnan didin. Lê piştî ku zanîn ez Kurd im pir kêfxweş bûn. Min ji wan re got em hatine daran. Me dê 4 ton dar bianiya. Kîloya wê bi 4 kaxezan bû, min jî 8 kaxez da wan. Gotin ev pere zêde ye, min got dest jê berdin, jixwe ev pere ji berîka we dizanin. Lê min wê demê zanî gel çiqas neferetê ji van kincên li ber me dikin1”.
Gerîla Hemze Xelfetî da zanîn ku ji ber ku gel gelek êş ji leşkeran kişandin, lewma êdî naxwazin kincên wan jî bibînin.
TEVLÎBÛNA TÊKOŞÎNÊ
Hemze bavê du zarokên kur û keçekê bûye. Piştî leşkeriyê jî bi bazirganiyê ve mijûl bû. Lê tehemûla wî ya li hemberî terora dewletê ya li ser gel nema û sala 1989’ê tevlî nava refên gerîlayan bû. Di heman salê de çû Ewropayê û li wir xebatên eniyê meşand. Sala 1993’yê piştî perwerdeyekê, tevî komek 45 kesî xwe amade kirin ku biçin gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ocalan li vir bi rêya telefonê pêre axivî û ew li herêma Hanofer a ku Kurdên Êzidî lê dijîn peywirdar kir. Xelfetî diyar kir ku ew li vir gelek tişt ji Kurdên Êzidî hîn bûye û ragihand ku wî paşê zaniye ku Kurd berê hemû Êzidî bûn. Xelfetî got: “Êzidî roja çarşemê cilan naşûn û av bi agir de nain. Gava ez li malê bûm tê bîra min dayika min rojên çarşemê kincan nedişûşt.”
Helfetî 1997’ê bi daxwaza xwe tê çiyayên Kurdistanê û tevlî têkoşîna çekdardibe. Helfetî ku li gelek deverên cûda yên Kurdistanê dimîne dibêje: “Ez gelek tişt ji civakê hîn bûm û min dît, min fêm kir ku tiştek tenê nikare mirov rizgar bike.’ Beriya kurê wî biçe leşkeriyê ji kurê xwe dixwaze ku bê çiyê. Xelfetî diyar kir ku kurê wî yê mezin jî li Ewropayê ye û got: “Gava ez li çiyê bim ez destûr nadim ku kurên min li hemberî min çek hildin û şer bikin. Jixwe ew bi xwe di nava tengasiyan de bûn.”
NAVÊ BAVÊ XWE WERGIRT
Kurê biçûk ê Hemze ku sala 1987’ê li Xelfetiyê ji dayik bûye, dema leşkeriya wî tê ji bo leşkeriyê neke diçe Ewropayê. Li vir jî bi tevgera azadiyê re dikeve têkiliyê û sala 2006 tevlî nava refên gerîlayan dibe. Kurê wî jî navê bavê xwe werdigire û dîplomaya şervantiya nû ji destê bavê xwe werdigire.
Li çiyayên Kurdistanê bav û kur mil dane milê hev û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Hemze diyar kir ku ew tu carî weke bav û kur nêzî hev nebûne û got: “Dema ez hatim ew biçûk bû. Dayika wan wan mezin kir. Ew ji bo min hevalek û rêhevalek e. Min dixwest hemû bav vê keyfxweşiyê bijîn.” Her wiha du zarokên din û sê neviyên dinên Hemze Xelfetî hene.