Bavê Rozerîn Çûkûr a li Sûrê hate qetilkirin, Mûstafa Çûkûr di Kongreya Awarte ya KCD’ê de axivî. Çûkûr bal kişand ku li Kurdistanê gel berxwedanek mezin raber dike, diyar kir ku dawiya dewletê jî wê bibe wek ya Sedam. Bav Çûkûr da xuyakirin ku eger cenazeyên wan neyên dayîn wê dest bi rojiya mirinê bikin.
1’emîn Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê didome. Di Kongreyê de axaftina herî dawî bavê Rozerîn Çûkûr a li Sûrê hate qetilkirin, Mûstafa Çûkûr kir.
‘BERXWEDANEK MEZIN TÊ RABERKIRIN’
Bav Çûkûr got di serî de berxwedêrên Sûrê, li ber bîranînê tevahî berxwedêran bi rêzdarî bejna xwe ditewîne, diyar kir ku li gelek bajarên Kurdistanê di bin bomberdûmanek dijwar de berxwedanek pir mezin tê raberkirin, tê domandin.
Çûkûr anî ziman ku piştgiriya herî mezin wekîlên AKP’ê didin şer, got: “Li vir zarokên mirovên ku deng dan wan li Sûrê hatin qetilkirin. Di nanên dixwin, ava vedixwin, xwîna dirijînin de para wan hene. Li gor Hevpeymana Têkîldarî Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiyeyê jî îmze avêtiyê, ewlehiya zarokên 0-18 salî di berpirsiyartiya dewletê de ye, lê li Kurdistanê wisa nabe.”
BANG LI DEWLETÊ KIR: WÊ DIJMINÊ WE JI YEKÊ BIBIN HEZARAN
Çûkûr bang li dewletê kir û got: “Ey dewlet, te zarokên xwe bi xwe qetil kir. Hê jî 17 cenaza li erdê ne. Dibêjin ku operasyon qediyane, lê hê jî cenaze li wir in. Eger ku şer bi dawî bûne, wê demê rê bidin ku em cenazeyên xwe bigirin. Me dest ji her tiştên xwe berdane, em li pey cenazeyên xwe ne. Zarokên min ên biçûk pirs dikin, xwişka min li kû ye, çima nayê? Dema ku ev mezin bibin wê ji min bipirsin.”
Çûkûr diyar kir ku dewlet bi xwe dijminê xwe afirandine û wiha anî ziman: “ Eger ku îro dijminê te yek be wê sibehê bigihijin hezaran. Dema ku we gundê me şewitand jî wisa bû.”
‘WÊ DAWIYA WE JÎ WEKE YA SEDAM BE’
Çûkûr, bal kişand ser Sedam ku bi qetlîama Helepçeyê bi xwe dawiya xwe anî, yên ku îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistin bin tecrîdê, we xwe bavêjin ber lingên Ocalan. Çûkûr wiha got: “Wê dawiya vê sîstemê jî weke Sedam be. Eger dibêjin, ez naxwazim bi dawiyek bi vî awayî re rû bi rû bimînim, bila bi gelê me re tevbigerin. Ji we gavek were, wê ji me hezar gav bên. Êdî bila mirov neyên kuştin, kes bila li ser mirina mirovan siyasetê neke.
Çûkûr destnişan kir ku ev 4 meh in li Sûrê şerekî qirêj tê meşandin û gel ji hev cuda dibin û wiha axivî: “Ti pirsgirêka Kurdan bi Tirkan re nîne. Pirsgirêka me bi sîstemê, yên ku vî şerî bi rê ve dibin re ye.”
HIŞYARIYA ‘ROJIYA MIRINÊ’
Çûkûr got ku ev 90 roj in ji bo cenazeyê xwe bigirin li hemû deveran serlêdan kirine, ji bo cenazeyên xwe bigirin, destpêkê wê dest bi ‘rojiya birçîbûnê’ kiribana, lê li ser sozên rayedarên dewletê dabûn dest ji çalakiya xwe berdabûn. Di berdewama axaftina xwe de Çûkûr diyar kir ku eger pêşketin ji bo serledanê wan çênebin wê dest bi ‘Rojiya Mirinê’ bikin.
Piştî axaftina bav Mustafa Çûkûr, kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.