Başûrî: Divê gerîla tevlî operasyona Mûsilê bibin

Welatiyên ji başûrê Kurdistanê dixwazin gerîla jî tevlî operasyona Mûsilê bibin, ku di dema dawî de ev operasyon ketiye rojevê.

Welatiyên ji başûrê Kurdistanê dixwazin gerîla jî tevlî operasyona Mûsilê bibin, ku di dema dawî de ev operasyon ketiye rojevê. Başûriyan, der barê hin hêzên Kurd ên naxwazin gerîla tevlî bibin de gotin, "Ew hêz naxwazin li qada navneteweyî ji bilî wan ti hêzeke Kurd rewa bibe û destekê bibîne. Em hêvîdar in ew hêz wê bînin bîra xwe ku yên ew ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, gerîla bûn."

'PDK NAXWAZE GERÎLA TEVLÎ BIBE'

Welatiyê bi navê Mihemed Remezan da xuyakirin, ku PDK dixwaze pêşî li tevlîbûna gerîla ya li operasyonê bigire û got, "Li şûna astengkirina tevlîbûna gerîla li operasyonan, ji bo Kurd di pêşeroja Mûsilê de bibe xwedî mafê gotinê, divê em bi hev re tevbigerin." Remezan wiha axivî: "Mûsil ji bo me Kurda gelekî girîng e. Divê ji sedî sed gerîla tevlî operasyona Mûsilê bibin. Jİ ber ku gerîla ji hemû hêzên li herêmê cudatir e. Gelê herêmê dixwaze gerîla tevlî operasyonê bibe. Ji ber ku gerîla li dijî çeteyên DAIŞ'ê hem li Kerkûkê, hem li derdora wê, hem jî li Şengalê serketinên mezin bi dest xist. Di serî de PDK hin alîgirê PDK'ê naxwazin gerîla tevlî operasyonê bibe. Ev yek ne rast e. Tevlîbûna gerîla li nava operasyonê wê hêzê bide hêzên Kurd. Li şûna ku li pêşiya vê bibin asteng, divê bi hev re tevbigerin."

'TEVLÎBÛNA GERÎLA WÊ ENERJIYEKE MEZIN BIDE'

Başûriyê bi navê Îbrahîm Dewrêş da xuyakirin, ku tevlîbûna gerîla li operasyonan wê moraleke mezin bide pêşmerge û gel û got, "Bêguman gerîla ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Weke gerîla em dixwazin gerîla tevlî pêngava azadkirina Mûsil û derdora Kerkûkê bibin. Em vê dixwazin. Xizmeta gerîla ya di şerê li hemberî DAIŞ'ê de nikare ji nedîtî ve bê. Eger gerîla tevlî operasyonê bibe wê hem hêzê bide gel hem jî pêşmergeyan. Li gorî me, tevlîbûna gerîla wê hêzeke mezin derxîne holê."

'DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE TEVLÎBÛNA GERÎLA LI OPERASYONAN'

Hesen Mecît bibîr xist ku gerîla li Başûrê Kurdistanê di her eniya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de serketinên mezin bi dest xistine û got, "Em hêvîdar in wê gerîla tevlî operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibin. Ji ber ku gerîla di şerê li hemberî DAIŞ'ê de li Daqûq, Kerkûk, Şengal û herêmên din bû hêza diyarker. Lewma em dixwazin ew tevlî bibin. Dibe ku hin hêz naxwazin tevlî bibe, lê belê gel dixwaze. Em hêvîdar in ku wê li dij derdikevin ji şaşîtiya xwe vegerin û destekê bidin tevlîbûna gerîla li operasyonê."

'GERÎLA LI HERÊMÊ HÊZA SEREKE YE'

Remezan Kerkûkî ragihand, gerîla li herêmê hêzeke sereke ye û got, "Li hemû eniyên Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê serketî bûye. Ji ber ku gerîla li herêmê hêza sereke ye. Tevlîbûna wan li operasyonan moraleke mezin daye pêşmergeyan û rêveçûna şer guherandiye. Tevlîbûna li operasyona Mûsilê jî wê bandorê li rêveçûnê bike. Hin hêz naxwazin gerîla tevlî operasyonê bibin. Ew hêz ji bilî xwe naxwazin ti hêzeke Kurdî li qada navneteweyî rewa bibe û destekê werbigire. Em hêvîdarin wê hêzên li dij derdikevin bînin bîra xwe ku yên ew ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, gerîla bûn."

...