Barzanî hemû deriyên sînor girt

Barzanî hemû deriyên sînor girt

Ligel hemû nerazîbûnên zêde, rêveberiya Herêma Kurdistanê deriyê sînor ê Başûr û Rojavayê Kurdistanê venake, vê carê jî ryên bazirganiya sînor ên di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de girt. Hêzên Pêşmergeyan li ser hemû rêyên diçin herêma Behdînan rêbend danîn û nahêlin kesên bi qaçaxî tên derbas bibin.

Li Sûriyeyê li gel dijwarbûna şer, êdî gel nikare pêwîstiyên xwe yên sereke yên jiyanî jî pêk bîne. Di demsala zivistanê de vê yekê xwe zêdetir da der. Herêma Kurdistana Federal ku Mesûd Barzanî serokatiya wê dike, deriyê sînorê Rojavayê Kurdistanê û venake, ev yek jî rê dihêle ku mexdûriyeta gelê Rojavayê Kurdistanê zêdetir bibe.

Piştî ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hin herêm bi dest xistin, dewleta Tirk sînorên bi Rojavayê Kurdistanê re hebû girtin, Hukûmeta Herêma Kurdistanê jî bi hincetên “hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê nebûne yek û pevçûnên wan ên bi hev re” feydeyek mezin dide krîza mirovan a li Rojavayê Kurdistanê. Lê herêmên Kurdan weke cihên herî aram ên Sûriyeyê tên zanîn.

Li hemberî vê yekê cihê ku herî zêde şer û pevçûn lê rû didin, herêmên sînor ên Hatayê ne û ev sînor heta dawiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye vekirin. Piştî ku dewlet Tirk sînorên Rojavayê Kurdistanê girt, Başûrê Kurdistanê ku weke yekane hêvî dihat dîtin, embargo danî ser Rojavayê Kurdistanê.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî hemû hewldan û daxwazên ji bo vekirina derî, guhê xwe girtiye û 5 meh in deriyê sînor hatiye girtin. Vê carê Hukûmeta Herêma Kurdistanê rêyên sînor ên ku ji Kurdên li ser sînor ji bo bazirganiya di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê de bi kar tînin, jî girt.

RÊYÊN HERÊMA BEHDÎNAN HATIN GIRTIN

Pêşmergeyên girêdayî PDK’ê tevî rêya Roboskî ya ku 28’ê berfanbara 2011 34 Kurd li ser hatin qetilkirin, li ser hemû rêyên ji herêma Behdînan diçe Bakûrê Kurdistanê rêbend danîn û nahêlin qaçaxçî derbas bibin.

Hêzên Pêşmerge rêbendên (nûqteyên kontrolê) li ser rêyên Zaxo, Bêgova, Batûfa û gundên wan zêde kir û dest dideynin ser malê kesên bi rêyên qaçaxî tên. Li gorî hin agahiyên hatine bidestxistin, hin welatiyên ku nexwestin malê xwe bidin, reviyan û di rê de qeza kirine.

Li ser van rêyan herî zêde baziragnaiya mazotê tê kirin, lê piştî ku pêşmergeyan ev rê girtin, mirovên li ser sînor êdî nema dikarin pêwîstiyên xwe yên sotemeniyê pêk bînin.

Piştî van astengiyan hin qaçaxçî ji ANF’ê re axivîn û bal kişandin ser salvegera Komkujiya Roboskiyê. Kesê bi navê Besîm ê ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye destnîşan kir ku çapemeniya Tirk beriya berî û piştî komkujiya Roboskê propagandayên weke “Di vê rêyê re çek û cebilxane derbas dikin”, “Divê rêyên fînansê yên PKK’ê bêne tunekirin” û ragihand ku bi vê yekê hewl didin ku ji bo kuştina Kurdên ku debara xwe li ser sînoran dikin hincetan çêbikin.”

LI BAKÛR TIRK, LI ROJHILAT BARZANÎ

Besîm got: “Li hemberî Kurdan helwesta Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê her weke berê ye. Lê belê gelek zor e ku em helwesta hukûmeta xwe ya Kurd fêm bikin” û wiha domand: “Tirkan bi balafiran lê xist, kuşt, piştî vê salê jî PDK jî rê digire û qedexe dike.”

Kesek din ku nexwest navê xwe aşkere bike, agahiyên balkêş da û got: “Her çendî em hemû li dijî vê yekê bin jî deriyê Rojava digirin. Tirk ji bakûr ve, Barzanî ji rojhilat ve derî digire. Ev ye jî ne bes bû îcar deriyê Bakûr û Başûrê Kurdistanê digirin. Zar û zêç dê birçî bimînin, vê zivistanê xelkê me nikare sotemenî peyda bike. Çima? Ji ber ku Erdogan ji Barzanî xwestiye. Dixwazin her tim Kurd bi wan ve girêdayî bin.”