Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew bi hevdîtina Parlamenterên BDP’ê ya ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan keyfxweş e û xwest bibe çareseriya aşitiyane ya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê.
Hevdîtinên dewlet û hukûmeta Tirk ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di rojeva cîhanê de ne. Roja 3’yê çileyê Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata çûn hevdîtina Ocalan. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya berdevekek xwe keyfxweşiya xwe derbarê vê mijarê de anî ziman.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ji Rûdawê re axivî û got: “Serokê Herêma Kurdistanê Bbirêz Mesûd Barzanî bi hevdîtina ku li Îmraliyê ligel Birêz Abdullah Ocalan hatî encamdayîn pir keyfxweş û geşbîn e. Ew wekî pêngavekî erênî û mezin bi nav dike. Em hêvîdar in ku ev bibe destpêkek ciddî û ber bi çareseriyeke aştiyane ve biçe. Bibe sedema bi dawîhatina şer, şiddet û ji bo li Tirkiyê bigihin çareseriyekî aştiyane ya ji bo doza kurd.”