Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê ya Hewildana 78'an dê di 30'ê îlonê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Bila 5'emîn Girtîgeha Amedê bibe 'Muzeya Mafên Mirovan'" li dar bixe.
Hewildanan 78'an berê jî ji bo girtîgeh neyê xirabkirin û tiştên li wir hatin jiyîn neyên ji bîrkirin ketin nav hewldanan û bi heman daxwazê dê sibê mîtîngê li dar dixe. Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê ya Hewildana 78'an ji bo Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan di 30'ê Îlonê de li qada Îstasyonê mîtîngek li dar dixe. Hewldana 78'an amedekariyên xwe ya mîtîngê bi dawî kirin. Hewldana 78'an derbarê xebatên xwe de li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat civînek li dar xist û banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin.
Di civînê de pankarta 'Dest nede nirxên me' vekirin û berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can daxuyanî da. Xwîşka Mazlûm Dogan Arîfe Dogan, dayika Cemîla Arat Sakîne Arat û hevjîna Necmettîn Buyukkaya Cemîle Buyukkaya û endamê Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê Mustafa Suttaş tevlî civînê bûn. Can destnîşan kir ku, demek dirêje hewl didin ku girtîgeha Amedê bibe 'Muzeya Mafên Mirovan'. Can got ku, bi vê boneya bi hevkariya saziyên sivîl yên Amedê, dezgehên pîşeyan, înîsiyatîf û partiyên siyasî re xebatên mîtîngê didin meşandin.
Can di axaftina xwe de bal kişand ser serdema 12'ê Îlonê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel 32 sal li ser pêkûtiyên girtîgeha Amedê derbaz bibe jî divê ev hovîtî neyê jibîrkirin. Em armanc dikin bi vî mîtîngê dengê xwe bighijinin hemû qadan. Em dixwazin bûyerên vî salî carek din binîn hişê mirovatiyê. Hewldana me ya ji bo avakirina 'Muzeya Mafên Mirovan' gavek girînge. Divê dewlet ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Kesek nikare vê rastiyê veşere."
Dayîka Cemîla Arat Sakîne Arat, di axaftina xwe de bal kişand ser êşa ku bi salan kêşandine û wiha got: "Li hundir zarok û li derve jî me êş kêşand. Hest û daxwaza dayîkên ku zarokên van di vê girtîgehê de mane wekhevin. Divê dewlet daxwazê me guhdar bike."
Xwîşka Mazlum Dogan Arîfe Dogan jî diyar kir ku, li vî girtîgehê êş û kul heye, zarokên vî welatî li vir jiyana xwe ji dest dan, dîwarên girtîgehê bi xwîna zarokên vî welatî hatiye şuştin. Dogan da zanîn ku, divê girtîgeha Amedê bibe muze.