Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken di kongreya BDP'ê ya Kanîreşê de axivî û diyar kir ku, ew dê Serokwezîr Erdogan di dadgehên navneteweyî de darezînin.
Rêxistina BDP'ê ya Kanîreşe Çewlîkê 2'emîn kongreya xwe ya awarte pêk anî. BDP'ê kongreya xwe li avahiya xwe pêk anî. Di kongreyê de Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken, Hevserokê BDP'ê yê Çelîkê Halis Yurtsever û gelek kesên din amade bûn. Kongreyê piştî hilbijartina dîwanê bi rêzgirtinê destpê kir.
Di kongreyê de Hevserokê BDP'ê yê Çewlikê Yurtsever diyar kir ku, di 2 salên dawî de sîstemê li dijî Çewlikê operasyon li ser operasyonê pêk tîne û ji ber gelek hevalên wan hatin girtin neçarin xwe nû bikin. Yurtsever da zanîn ku, ew nikarin bi girtin û binçavkirinan wan belav bikin û ew dê xwe ji berê bêtir bi rêxistin bikin.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken jî di kongreyê de axivî û da zanîn ku, ew dê Serokwezîr Erdogan di dadgehên navneteweyî de darezînin. Baluken diyarkir ku, dîroka gelê Kurd û Rojhilata Navîn ya 100-200 salan ji nû ve tê nivîsandin û wiha got: "Gelê Kurd di peymana Lozanê de kirin koleyên tirk, ereb û farisan. Gelê Kurd ev zilm qebûl nekir. Li Agiriyê Zilan, Koçgirî bi 100 hezaran Kurd qetilkirin. Heta 10-15 sal berê gelê Kurd li Rojhilata Navîn tune dihat hesibandin. Lê îro gelê Kurd li Rojava serxwebûna xwe îlan kir. Gelo spasiya Serokwezîr ya ji fermandarê leşkerî ne tesadufî ye. Erdogan bi vê yekê dixwaze ku kujerê komkujiyê bên veşartin. Bila Serokwezîr Erdogan baş bizane ku heta ew ji ber kuştina Şêx Seid, Agirî, Zîlan û Roboskiyê lêborîna xwe ji gelê Kurd nexwaze, ew dê wî di dadgehên navneteweyî de darezînin. "
Piştî axaftinan kongreya BDP'ê ya Kanîreşê bi yek listeyê pêk hat. Di kongreyê de Halîl Kala ji bo Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kanîreşê hate hilbijartin.