Hate ragihandin ku, balefirên şer yên artêşa Tirk herêma Metina ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirine.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyê hatine girtin, balefirên şer li derdora demjimêrên 12’an herêma Metîn ya ser bi Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kiriye. Di derbarê encamên bombebaranê de heya niha ti agahî nehatine girtin.