Şevê din, balefirên şer ên artêşa Tirk herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, bombebaran saet di 00.0- 00.30 de pêk hat û di encamê de gundên Xazir, Erganî, Siyanê yên girêdayî navçeya Şêladiza ziyan dîtin. Hat ragihandin ku di encamê de zevî û baxçeyên gundiyan ziyan girtine. Der barê encamên zelal ên bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.