Balefirên şer yên Tirk li Başûrê Kurdistanê difirin

Balefirên şer yên Tirk li Başûrê Kurdistanê difirin

Balefirên şer yên artêşa Tirk piştî nîvro li ser herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê difirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, balefirên şer yên artêşa Tirk li gorî demjimêrên herêmî di 14.30’an de li ser herêmên Xakurkê firiyan. Her wiha nehat hînbûn ku, balefirên şer li ser herêmên din yên di bin kontrola gêrîlayan de difirin yan jî herêm bombebaran kirine yan na.

Balkêşe ku balefirên şer yên artêşa Tirk di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî li Enqereyê bû ev binpêkirin kirine.