Balefirên şer li Efrînê dîsa êrîş kir: 3 mirî, 3 birîndar

Balefirên şer li Efrînê dîsa êrîş kir: 3 mirî, 3 birîndar

Balefirên şer ên artêşa Sûriyeyê li ser rêya Efrîn û Helebê otobûsa rêwiyan bombebaran kir û di encamê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, balefirên şer ên artêşa rejîma Sûriyeyê otobusa ji bajarê Efrînê diçû Helebê dihat li nêzî Efrînê bombebaran kirin û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan 3 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn birin bajarê Efrînê.