ANF Amed şemî, 13 kewçêrê 2012, 12:38 Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balarfirên şer ji 8’mîn Baregeha Jetan ya 2’mîn Balefirgeha Leşkerî ya Hêza Textîkî ya Hewayê ya Amedê li du hev rabûn. Nehate zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan.