Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk li ser hev ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn. Nehat zanîn ku balefir ber bi kîjan alî ve firiyan. Duh balefirek şer ya F-16 dema difiriya ket xwar. Îro careke din ji firînan re hate vekirin.