Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk li ser hev ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn. Balefirên şer yên rabûn nehat zanîn ku ber bi kijan herêmê ve çûn. Balefirên şer yên ji Amedê rabûn 14’ê Çileyê herêmên Parastina Medya bombebaran kiribûn û di encamê de 7 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.