Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk li ser hev ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn. Balefirên şer yên ji Amedê rabûn nehat zanîn ku ber bi kijan herêmê ve çûn. Herî dawî di 14'ê Çileyê de balefirên artêşa Tirk herêmên Parastina Medya bombebaran kiribû û 7 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.